Êrişên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin

Li gelek bajaran êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsya ya garantor a li hemberî van êrişan bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.

Êrişên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin
25 cotmeh, 2021   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û bêdengiya civaka navneteweyê ya li hemberî van êrişan zêde dibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê daxuyaniyek da.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OpFbPXd5trg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî sivîlan li ser xaka Sûriyê didomîne. Bi taybet êrişên li ser bajarê berxwedanê Kobanê û bajarên din wekî Şehba, Eyn Îsa, Til Temir û Til Rifetê zêde bûn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirina ku êrişên li dijî sivîlan bi balafirên bê mirov ji bo derxistina aloziyê û têkbirina ewlehiya herêmê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku ev êriş di nava bêdengiya navneteweyî û ragihandinê de didomîne tevahî peymanên navneteweyî bin pê dikin.

Di daxuyaniya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Rûsya "Garantor" hatin şermezarkirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/urjmhk8j3AI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bombebarana dewleta Tirk a li bajarê berxwedanê Kobanê nîşaneya bêçarebûna rejîma Tirk a faşîst e."

Her wiha hate gotin, hêzên Rûsya, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan berpirsên êrişên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîaşnkirin ku dweleta Tirk avakarê terorê û piştevanê wê ye, sivîlan li Kobanê û Til Temirê dike hedef da ku serkeftinên Rêveberiya Xweser û rêgezê biratiya gelan lawaz bike.

Rêxistinan di daxuyanyê de banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk hate kirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sp8rGMXqUWk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê li bajarê Sawayê daxuyaniyek da raya giştî

Jinên ciwan gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet êrişa li ser bajarê Kobanê şermezar kirin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze herêmên derdorê dagir bike û xêr û bêra wan talan bike.

Jinên ciwan banga têkoşîna li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kirin.

ANHA