​​​​​​​Rêveberiya Xweser yekemîn peymangeha tenduristiyê li herêmê vekir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li herêmê yekemîn peymangeha tenduristiyê vekir. Hevserokê Desteya Tenduristiyê diyar kir ku xwendekar dê piştî bidawîkirinê li ser nexweşxaneyên herêmê werin erkdarkirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser yekemîn peymangeha tenduristiyê li herêmê vekir
25 cotmeh, 2021   13:02
HESEKÊ

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro peymangeheke tenduristiyê li Hesekê bi merasîmekê vekir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî, hevserokatiya meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman û Semer Abdullah û bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyan û navendên sivîl ên bajêr tevî kadro û xwendekarên peymangehê di merasîma vekirinê de hazir bûn.

Peymangeh ji aliyê dayika şehîd Qehraman Çîçek Sultana Ehmed ve hat vekirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û got peymangeh bi armanca pêşxistina warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat vekirin.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku xwendekar dê 2 salan di peymangehê de perwerde bibin.

Desteya Tenduristiyê di 7`ê Îlonê de mufadeleya qebûlkirina xwendekaran ragihandibû. Dema tomarkirinê di 20`ê Îlonê de bi dawî bû. Piştî ezmûna di 11`ê Cotmehê de, 35 xwendekar di peymangehê de hatin qebûlkirin.

Li gorî rêveberiya peymangehê, xwendekar dê di dirêjahiya 2 salan de waneyên teorîk û pratîk hem di peymangehê de û hem di laboratuar û nexweşxaneyan de bibînin. Di pêşerojê de dê beşên mîna texdîr (anestezî), dermannasî, eşîa û laboratuar werin vekirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev peymangeh a yekemîn e.

(şx)

ANHA