Li herêma Firatê qedexeya derketina derve ya giştî bi dawî bû

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê qedexeya derketina derve ya giştî rakir û qedexeya derketine derve ya beşî ragihand.

Li herêma Firatê qedexeya derketina derve ya giştî bi dawî bû
25 cotmeh, 2021   12:52
KOABNÊ

Di biryara Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de wiha tê gotin: “Di demekê de ku em bi pandemiya Koronayê re rû bi rû ne, em rastî êrişên terorîstî ji aliyê dewleta Tirk ve jî tên ku rojane şêniyên sivîl topbaran dike. Di encama wan êrişan de 5 kes şehîd bûn. Em sersaxî ji malbata şehîd û kesên ku ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye, dixwazin."

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, qedexeya beşî ji 26'ê Cotmehê ve dest pê dike û di 5'ê Mijdarê de dê bi dawî dibe.

Li gorî giştînameyê, dikanên xwarinê û dikanên pîşesaziyê dikarin ji seat 06:00'an heta 16:00'an vekirî bin, her wiha xwaringeh û dikanên şîraniyê jî tenê ji bo sîparîşên derve dikarin kar bikin.

Her wiha li gorî biryarê kombûnên wekî civîn, meş û kongre, her wiha lidarxistina şahî, konên sersaxî û hwd qedexe ye û tevahî holên şahiyan dê girtî bin.

Her wiha cotkar, endezyarên çandiniyê, bijîşk û madeyên bijîşkî bê astengî dikarin di bendên kontrolê re derbas bibin. Her wiha klînîkên bijîşkî û dermanfiroş dê vekirî bin.

Her wiha erebeyên nan, sotemeniyê û madeyên xwarinê jî dikarin bê astengî bigerin.

Di dawiya biryarê de, hate ragihandin ku tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, ji bilî yên xizmetguzariyê, dê girtî bin.

(dm)

ANHA