MÎT`ê li Girê Spî kesekî astengdar revand

Çavkaniyên ji gundewarên Girê Spî ragihand ku MÎT`a dewleta Tirk li bajarokê Silok ê Girê Spî mêrekî kor yê 70 salî revandiye.

MÎT`ê li Girê Spî kesekî astengdar revand
25 cotmeh, 2021   11:13
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata dewleta Tirk bi ser mala Casim Şêx a li bajarokê Silokê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî de girt û ew revand.

Çavkanî destnîşan kir ku Casim Şêx (70) ji eşîra Tey ya Ereban e û piştî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, her du çavên wî kor bûbûn.

Çavkaniyan da zanîn ku MÎT`ê Casim Şêx biriye baregeheke çeteyan a li Girê Spî ku qaşo wek cihê “têkoşîna li dijî terorê” bi nav kirine.

Bûyerên revandinê li Girê Spî û gundewarê wê dubare dibin. Piraniya caran revandin ji bo xwestina fidyeyê pêk tê.

(cx)

ANHA