Li gundewarên Idlibê şer û topbaran

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêma Idlibê bi çekên giran û navîn nuqteyên hev topbaran kirin.

Li gundewarên Idlibê şer û topbaran
25 cotmeh, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk îro bi çekên giran û navîn li eniyên Filêfil, Fitîra û Binîn ên li başûrê Idlibê nuqteyên hev topbaran kirin.

Her wiha li ser Idlibê balafirên keşfê bê navber digerin.

SOHR'ê duh dabû zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 êriş li dijî gundewarên rojavayê Idlibê pêk anîne,her wiha derdora kargeha şekir a li bajarê Cisir Şixûrê û aliyên gundê Kifêr ê gundewarên başûr bombebaran kirin.

(dm)