Balafirên şer çiyayê Bolê yê Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve ya Başûrê Kurdistanê bidijwarî bombebaran kir.

Balafirên şer çiyayê Bolê yê Biradostê bombebaran kir
25 cotmeh, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Bolê yê ser bi herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve ya Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kiriye.

Balafiran 7 caran çiyayê Bolê bombebaran kirine û cihên hatine bombebaran kirin jî nêzî sivîlan in. Ji ber êrişê xelkê herêmê bi fikar e.

Derbarê encamên bombebaranê de heta niha agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

(cx)