Çete li Efrînê bacên giran li şêniyan ferz dikin

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bacên giran li ser berhemên şêniyan ferz dikin.

Çete li Efrînê bacên giran li şêniyan ferz dikin
25 cotmeh, 2021   08:53
ŞEHBA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, milkên sivîlan talan û desteser dikin. Her wiha dest datînin ser berhemên wan û bacan lê ferz dikin.

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat ên li gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê bi cih bûne, ji her malbatekê salê 100 dolar bac digirin. Li ser her dareke zeytûnê ku temenê wê zêdetirî 10 salan e, 2 dolar û li her erebeyeke biçûk 50 lîreyên Tirk û erebeyên mezin jî 100 lîreyên Tirk ferz dikin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku çete gefan li şêniyan dixwin ku heke bacan nedin dê bi 50 hezar dolarî wan ceza bikin.

Li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, çeteyên Feyleq El-Mecid ên dewleta Tirk a dagirker dayîna 300 teneke zeytê wek bac li şêniyan ferz kir û yên ku nedin dê wan birevînin.

(şx)

ANHA