Rewşa dîplomatîk a nû bandor li nirxê lîreyê tirkî kir

Piştî ku dewleta Tirk balyozên DYA û 9 dewletên rojavayî wek ‘Persona Non Grata’ îlan kirin, nirxê lîreyê tirkî gelekî daket û dolarek bû nêzî 1o lîre.

Rewşa dîplomatîk a nû bandor li nirxê lîreyê tirkî kir
25 cotmeh, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî biryara îlankirina balyozên 10 dewletan ên li Tirkiyê wek ‘Persona Non Grata’ (kesên nayên xwestin) nirxê lîreyê tirkî daket. Piştî rojekê ji ragihandina Erdogan ku wî ferman daye ku balyozên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û 9 dewletên rojavayî werin derxistin, her yek dolar bû nêzî 10 lîreyên tirkî.

Dîplomatên rojavayî û komên mafên mirovan ji salan ve dosyaya karsaz Osman Kavala dişopînin ku wek sembola hemleya çewisandina opozîsyonê di serdema Erdogan de dibînin. Her deh balyozan daxuyaniyek dabû û xwestibû Osman Kavala were berdan.

(şx)