ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2021
24 cotmeh, 2021   23:00

-Li Amûdê, Qamişlo, Girkê Lgê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dirbêsiyê û Hesekê, ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Oldarên misilman, xiristiyan û êzidî serdana konê çalakiyê yên li deriyê Sêmalkayê dikin.

-Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ji hejmareke nexweşên penceşêra pêsîran li hola Burc a bajarê Qamişlo xelat dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûryê li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar dikeve, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniiyên Hesekê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Ehmed Hemûd li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Hilat a perwerdekirina û lênerîna li zarokên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê tê vekirin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Peymangeha Tenduristiyê li bajarê Hesekê tê vekirin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê Osman Xelef got, dewleta Tirk piştî têkçûna wê di şerê leşkerî yê li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şerê taybet dimeşîne. Osman Xelef bang li gel kir ku li hemberî hewldanên dewleta Tirk ên parçekirina civakê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temir diyar kir ku armanca dewletaTirk ji gefxwarinan ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin û got, li hemberî êrişên muhtemel ew amade ne çek rakin û parastinê herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî pêşdeçûnên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya Rûsya, Amerîka, hikumeta Şamê û navneteweyî ji bo pêkanîna komkujî û sûcan li dijî gelê herêmê ji hêla delweta Tirk a dagirker ve erêkirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî artêşa Tirk kantona Efrînê dagir kir, çeteyan bi hezaran dar birîn û şewitandin, berhemdayîna zeytûnan pir kêm bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk û bikaranîan çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê, nîşaneya piştgiriya ji van êrişan re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerên amerîkî Michael Rubin û Nicholas Heras têkildarî êrişên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û da zanîn ku dê encamên wê li ser şerê terorê karesat bin. Lêkolîneran got, Erdogan bala tirkan ji krîza hundirîn û dizîna milyaran dolaran dûr dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hunermendan got dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî êrişî gele Kurd dike û divê gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar li hember van êrişên qirkirinê bê deng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama rêvberiya Navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê Denîz Firat got, şehîd Bêrîtan di oxira azadiyê de destanên lehengiyê nivîsand û bû meşaleya têkoşîn û berxwedana li dijî dijmin û xayînan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Mîhrîcana Şehîd Mawa ya Werzîşê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi dawî dibe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Pira ku Dûlab Iwês a ku Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ava kiriye zehmetiyê çûn û hatinê ji taxên bakur û başûr kêm kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA