Hunermend: Li dijî qirkirin û xiyanetê em berxwedanê geş bikin

Hunermendan got dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî êrişî gele Kurd dike û divê gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar li hember van êrişên qirkirinê bê deng nemînin.

Hunermend: Li dijî qirkirin û xiyanetê em berxwedanê geş bikin
25 cotmeh, 2021   02:06
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Dewleta Tirk a dagirker bikaranîna gazên kîmyewî li dijî gerîla didomîne. PDK jî îstîxbaratê dide dewleta Tirk û dibe şirîka êrişên dewleta Tirk. Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re wek xiyaneteke li dijî gelê Kurd tê nirxandin û hunermendên Kurd bang li PDK'ê kir ku di zûtirîn demê de dawî li vê hevkariyê bîne û destnîşan kir ku hevkariya dewleta Tirk-PDK'ê bi armanca tesfiyekirina paradîgmaya demokratîk, azadîparêz a tevgera azadiyê ya Kurd e û ev êriş bi vê armancê pêk tên.

Berxwedana dîrokî ya gerîla ya li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li Zê, Avaşîn û Metînayê ji 23'yê Nîsanê ve dewam dikin. Artêşa Tirk destekê ji  NATO'yê digire lê li pêşberî berwedana gerîla têk diçe û bikaranîna çakên kîmyewî li dijî gerîla didomîne.

Bertekên ji civaka Kurd li hember êrişên artêşa Tirk zêde dibin. Di daxuyaniya HPG-BÎM’ê de hatibû ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi tenê di nava meha dawîn  de 157 êrişên bi çekên kîmyewî kirine, hewldanên qirkirinê derxistine asta herî jor.

Dewleta Tirk derb derbên giran ji berxwedana gerîla xwarin û tevî ku artêşa wê têk diçe jî, desteka PDK'ê jê re dibe palpişt û ji bo meşrûkirina êrişên xwe li tevahiya cîhanê bi kar tîne.

PDK ji destpêka êrişan ve ne tenê îstîxbaratê dide artêşa Tirk, her wiha wekî ku di êrişa li Xelîfanê de, li ber 7 gerîlayan kemîn danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

Piştî daxuyaniya HPG'ê nerazîbûneke mezin di nava civaka Kurd de çêbû û gelê Rojava her du gerîlayên di kemînê de şehîd bûne, bi rojan ji bo dayîna cenazeyên wan li deriyê sînor ê Sêmalka û li dijî hevkarî û xiyanetê çalakiyê li dar dixin lê çalakvan ji aliyê hêzên PDK'ê  ve li deriyê sînor ê Sêmalka tên astengkirin û nahêlin derbasî Başûr bibin.

Nerazîbûnek li hemberî hevkarî û xiyaneta PDK'ê jî ji hunermendan hat. Hunermend Nûarîn û Seyda Perînçek banga sekinandina li cem berxwedana gerîla kir.

‘HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN DIKIN HEDEF’

Hunermend Nûarîn diyar kir ku armanc tesfiyekirina hemû destkeftiyên gele Kurd e û got: "Dewleta Tirk tu carî dest ji êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan bernedaye. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li vê xakê destkeftiyên mezin bi dest xistine. Bi taybet şoreşa Rojava dewleta Tirk tirsand. Ji bo destkeftiyên xwe hîn bêhtir xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe biparêzin, divê em bêhtir tê bikoşin."

Nûarîn îşaret pê kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku dewleta Tirk van sûcan li pêş çavên tevahiya cîhanê bidomîne û wiha axivî: "Divê gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar li hemberî van êrişên qirkirinê dengê xwe derxin. Divê hêzên navneteweyî tavilê peymanên xwe yên çekan ên bi dewleta Tirk re biqedînin û bikin ku dewleta Tirk ji ber qirkirina gelê Kurd bê darizandin."

Hunermend Nûarîn bal kişand ser girîngiya domandina berxwedanê û diyar kir ku gerîla berxwedan mezin kiriye û bi taktîka nû ya şer li dijî çekên xwedî teknolojiya pêşketî yên dewleta Tirk bi ser dikeve. 

'DIVÊ EM LI DORA BERXWEDANÊ BIBIN YEK'

Hunermend Nûarîn destnîşan kir ku yekane hêza li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide gerîla ye û wiha dewam kir: "Divê jin, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û pisporên siyasî li kêleka ewladên xwe yên ku axa Kurdistanê û azadiyê diparêzin, li dijî dagirkeriyê tê bikoşin. Ji vê meşrûtir tiştek nîn e. Her gotin, her çalakî divê êdî li ser berxwedana li dijî dagirkeran be û têkoşîna li dijî wê bê domandin."

Têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hunermend Nûarîn got: "Mixabin nêzîkatiya PDK'ê ya hevkar dewam dike. PDK bi rengekî vekirî hevkarê siyaseta qirêjî ya dewleta Tirk e. Ji vê re xiyanet, durûtî tê gotin. Gelê Kurd dê vê xiyanetê tu carî qebûl neke."

Nûarînê got ne ya qebûlkirinê ye ku PDK carinan têkiliyên xwe yên aborî yên bi dewleta Tirk re bike hincet û got: "Ji aliyê aborî ve hûn çi qasî destteng bin jî, hûn nikarin tev li qirkirina li hemberî gelê Kurd bibin. Heke pirsgirêkek hebe, gelê Kurd dikare di nava xwe de seferber bibe. Tu çima ji dijmin re xizmet dikî? Ji Başûrê Kurdistanê gelek jin û mêr di nava nava berxwedana gerîla de cih digirin. PDK jî zarokên gelê xwe li ser axa xwe qetil dike."  

Nûarîn wiha pê de çû:"Çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye. Divê gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê mezin bike. Gelê Kurd, rewşenbîr û hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin, divê li cem têkoşerên gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin."

SEYDA PERÎNÇEK: DEWLETA TIRK BI BÊEXLAQÎ ÊRIŞ DIKE

Hunermend Seyda Perînçek jî diyar kir ku hewl didin hemû destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û got: "Li Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistanê û dîasporayê, li her dera gelê Kurd lê heye, dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên wî têk bibe. Dîroka dewleta Tirk a faşîst bi qirkirina gel û civaka Kurd tijî ye. Dewleta Tirk bêyî ku bêje zarok an jî kal û pîr, sivîlan jî dike hedef. Normên exlaqî hene ku ji bo her kesî derbasdar in. Lê dewleta Tirk guh nade wan jî.”  

Perînçek got tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji bilî êrişa li dijî Kurdan tiştek nekiriye û wiha axivî: "Ev êriş jî dê wan xelas nekin. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bi êrişên li ser gelê Kurd û dostên wan dixwaze hebûna xwe bidomîne.   Dixwazin gelê Kurd tune bikin û pê hebûna xwe didomînin.  Li hemberî van hemû êrişan gelê Kurd û hêza wê ya xweparastinê gerîla, bêyî ku gavekê bi tenê jî bi paş de biavêje, heta dawiyê li ber xwe dide. Berxwedana li Garê, Heftanîn, Avaşînê dê li her derê belav bibe."

'ÊRIŞÎ PARADÎGMAYA AZADÎPARÊZ DIKIN'

Perînçek destnîşan kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagiker ên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî de bi sedan sivîl şehîd bûne û gerîla bê navber li ber xwe dide û wiha pê de çû: "Ji ber ku paradîgmaya wekhevîparêz û azadîparêz a tevgera azadiyê ya Kurd li dijî hêzên hegomonîk û berjewendiyên alîgirên wan bi ser dikeve, dixwazin vê têkoşînê tesfiye bikin."

Seyda Perînçek têkiliya PDK'ê a bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî Şengalê de bi bîr xist û got: "Zarokên gelê Kurd ên ji êrişên hewayî rizgar bûn ku bi dehan salan e di şer de ne, bi hevkariya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê şehîd dikevin. Ev yek ji bo tevahiya gelê Kurd rewşeke xeternak e. Kes vê normal nabîne. Di vê çarçoveyê de tevgera azadiyê bi nivîskî û devkî daxuyaniyên cuda dan. Wek hunermendekî Kurd, li gorî min xayinên tev li vê hevkariyê bûne, dê tune bibin. Gelê Kurd her tim hesab ji xayinan pirsiye. Polîtîkayên hevkar ên qirêjî û xiyaneta PDK'ê şermezar dikim. PDK ku hevkariya dewleta Tirk dike, li cem gelê Kurd tune bûye.”

Perînçek referanduma 2017'an jî bi bîr xist û got dewleta Tirk bi her rêbazekê hewl da vê referandumê asteng bike û wiha dewam kir: "Ev hemû li ber çavan in lê PDK îro çawa dikare li cem dewleta Tirk  bisekine?"

Perînçek diyar kir ku zehmet e mirov ji xiyaneta PDK'ê fêm bike û got: "Li Kurdistanê hevalên me şehîd dixin, bi darê zorê gelê me diqewirînin, li vir kesên di karên sivîl de dixebitin, dikin hedef û li Başûrê Kurdistanê sûîqestê li wan dikin lê hewl didin vê yekê wek rewşeke normal nîşan bidin. Ev nayê qebûlkirin. Tevgera azadiyê bi berdewamî diyar kir ku kesên di van êrişan de cih digirin dê hesab jê bipirsin.”

Perînçek diyar kir ku hêzên li pişt van êrişan şermezar dikin û ew ê heta dawiyê li dijî wan bisekinin.

'DIVÊ BERXWEDANÊ BI TENÊ NESPÊRIN GERÎLA'

Seyda Perînçek got dewleta Tirk êrişên xwe li gorî helwesta gelê Kurd bi rê ve dibe û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Li Amedê milyonek û nîv mirov dijîn. Ev gel di heman demê de tif li rûyê dijmin bike jî, bi qasî ku dijmin tune bike xurt   e. Divê gelê Bakurê Kurdistanê û gelê me yê li Ewropayê li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemîne. Hek em li hember vê êrişê bê deng bimînin, em helwesta xwe nîşan nedin, dê destkeftiyên me tune bikin. Şoreş tenê bi egîd û  şervanan nabe. Divê gelê Kurd bi soza tolhildan û têkoşînê bersivê bide dijmin. Li gel ev qas êş û azaran hewce ye kes propagandayê li gelê Kurd neke, hewce nake ku tu kes gelê Kurd di rojnameyan de wek amûreke propagandayê bi kar bîne. Jixwe gelê Kurd bi xwe vê dibîne. Divê helwesta gelê Kurd zelal be da ku ji dewleta Tirk a faşîst hesab bipirse."  

ANHA