Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê erêkirin e

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Bêdengiya Rûsya, Amerîka, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan îsbat dike ku destûr dane Tirkiyê ku êrişan li dijî gelê herêmê pêk bîne.

Bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê erêkirin e
25 cotmeh, 2021   05:49
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji Tebaxa borî ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok in.

Dewleta Tirk a dagirker 23'yê Cotmehê bi balafireke bêmirov erebeyek li ser rêya Kobanê-Helebê bombebaran kir. Li gorî Navenda Giştî ya QSD’ê, di êrişê de 3 şervanên wan ku ji bo dermankirinê ji bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê çûbûn Kobanê di rêya vegerê de, şehîd bûn.

Di 20’ê vê mehê de jî, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li taxa Kobaniya Nû ya bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 2 ciwan şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn.

Di Tebaxa borî de û di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mîna Zirgan, Til Temir, rêya Elî Fero, Eyn Îsa û Minbicê 11 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk di 22’yê Çileya borî de li gundê Memît ê başûrê Kobanê maleke sivîlan bombebaran kir, di encamê de sivîl birîndar bûn, beriya wê jî balafira keşfê ya dewleta Tirk li mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê rojavayê Kobanê da. 23’yê Hezîrana borî dewleta Tirk gundê Helincê yê Kobanê komkujiyeke pêk anî di encamê de 3 jin çalakger şehîd bûn.

HEWLDANÊN DEWELTA TIRK ÊN DAGIRKIRINA HERÊMÊN DIN ÊN SÛRIYÊ

Çeteyên dagirkeriya Tirk malên sivîlan topbaran dikin û gefan li jiyana bi hezaran sivîlan dixwin, ji wê zêdetir Erdogan gefên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Ev yek jî bi civîneke çapemeniyê ya piştî civîna hikumetê li Enqereyê di 11’ê vê Cotmehê de pêk hat.

Gelek pisporên leşkerî eşkere kir ku êrişên dijwar ên dewleta Tirk di van demên dawî de bi armanca dagirkirina herêmên din ji xaka Sûriyê ne.

BERTEKÊN BIHÊRS

Têkildarî bêdengiya Rûsya û navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan didin, li tevahî herêman xwepêşandan ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsya û navneteweyî li dar dikevin.

24’ê Tebaxê, bi sedan şêniyên Kobanê xwepêşandanek li pêş navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê ya li radyoya Kobanê ya rojavayê bajêr li dar xist û bêdengiya Rûsyayê û nepêkanîna erkên xwe li hember gelê herêmê şermezar kir. Beriya wê jî şêniyên Reqa û bi hezaran şêniyên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, bêdengiya Rûsya û navneteweyî li hember êrişan xwepêşadan li dar xistin.

Hêzên Rûsyayê bersiva xwepêşandêran da, ku dê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê pêk neyên û bersiva êrişan bidin, lê heta niha Rûsya tu sozên xwe li ser erdê pêk neanîne û êdî gelê herêmê ji bilî QSD’ê bi tu hêzên li ser xaka Sûriyê bawer nake.

Şêniyên Kobanê li hember êrişên dawî yên dewleta Tirk hêrsa xwe nîşan da û Rûsya berpirsê êrişan dît. Di 22’yê vê mehê de li şêniyên Kobanê erebeyên hêzên Rûsyayê dan ber keviran.

Duh bi hezaran şêniyên Kobanê li qadan bûn, êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

(fr)

ANHA