Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 317 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 16 nexweşên din vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 317 kesên din bi koronayê ketin
24 cotmeh, 2021   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got, kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane; mêrek li Heseke, jin û mêrek li Qamişlo, mêrek ji Dêrikê, du mêr ji Kobanê, 3 mêr û jinek ji Reqayê, mêr û jinek ji Tebqa, mêrek ji Mibicê û du mêr û jinek ji Şehbayê ne.

Ciwan Mistefa diyar kir ku îro 317 kesên din bi Covid-19 ketine; 183 mêr û 134 jin in.

Pêkhateyên nû li van herêman in;

Hesekê  24

Qamişlo 29

Dêrik  16

Girkê Legê 5

Amûde 8

Kobanê 48

Reqa 87

Tebqa 37

Minbic 43

Şehba 20

Ciwan Mistefa got, rewşa 10 pêkheteya baş bûye.

Bi van daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighêje 33 hezar û 960, hejmara miriyan hezar 225 û hejmara kesên ku rewşa wan baş bûye gihaşt 2 hezar û 380'î.

ANHA