Şandeyeke almanî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke almanî, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê, serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke almanî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke almanî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke almanî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke almanî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir
24 cotmeh, 2021   17:57
REQA

Şandeya almanî ji Dr. Birgit Qoch, Dr Zimon Becker, seroka Komeleya Aştî û Hêvî ya Kurdistanê Emîne Gozan pêk tê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên wan Hesen Koçer, nûnerên komîteya tenduristiyê Dr. Ciwan Fadil û Dr. Îlham Hec Mihemed pêşwaziya şandeyê kir.

Her du aliyan rewşa tenduristî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet digel berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê û astengiyên li beramber rêveberiyê nîqaş kirin.

Têkildarî armanc ji serdana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bijîşkê beşa lezgîn ya Almaniya Zimon Becker ji ajansa me re wiha axivî: "Ez bijîşk im û di mecalê tiba hundirîn û laboratuwara bijîşkî di beşa lezgîn de dixebitim, em li vir in da ku alîkariyan pêşkêş bikin."

Becker wiha domand: "Ji erkên bingehîn ku tîma perwerdekirina tibî dike, gerên meydanî li herêmê bi 3 rojan li herêmê pêk bîne, mîna serdana me ya îro ji herêmên Rojava re ku rewşa li ser erdê binirxînin da ku pêdiviyên pêwîst pêşkêş bikin."

Becker wiha pê de çû: "Em van geran pêk tînin, da ku tiştên dibin binasin û rewşê binirxînin. Ev ger ji erkên me yên pêwîst in ku alîkariya vê herêmê bikin, her wiha gelek bişîşkên amerîkî û alman dixwazin piştevaniya vê herêmê bikin, lê belê nizanin pêdivî bi çi heye."

Dr. Zimon Becker wiha li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin bigerin da ku rewşa herêmê û astengiyên rûbirûyî wê nas bikin. Me di gerên xwe de gelek nexweşxane dîtin, lê pêdiviyên wan bi kadroyên tenduristî û dermanan hene, da ku ji şêniyan re pêşkêş bikin û alîkariya wan bikin, kadroyên bijîşkî û alavên tenduristiyê kêm in."

Zimon Bexker wiha dawî li gotina xwe anî: "Me pêşniyar û kêmbûna pêdiviyan nivîsand da ku ji derve re pêşkêş bikin û li gorî nirxandina guncaw ku me dîtiye alîkariya herêmê bikin."

(fr)

ANHA