Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbic û gundewarê wê şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Li Minbicê jinên ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
24 cotmeh, 2021   15:32
MINBIC

Bi boneya salvegera 29’emîn a şehadeta fermandara jin a gerîla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajar û gundewarên Minbicê çalakiyeke bîranînê li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a naverasta bajar li dar xist. Di çalakiyê de sinevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan hate pêşandan.

Paşê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a  Minbicê Seydana Henûş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarê wê em şehîd Bêrîtan semola jina azad, sembola têkoşîn û xweşikbûnê bi bîr tînin. Bêrîtan mînaka artêşbûna jinê ye ku li hemberî xiyaneta PDK û sixûrên wê sekinî, jiyaneke bi rûmet hilbijart, çeka xwe şikand û bêyî teredudu xwe ji çiyayekî avêt. Bi vê yekê bû dengê berxwedana domdar a li hemberî xiyanet û teslîmkariyê ye.

Rêber Ocalan şehîd Bêrîtan wekî sembola nasname û rûmeta jina Kurd a azad bi nav kir. Ji vir em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku ji bo azadiyê jinan berdêlên giran dane  ditewînin û fîlozof Abdullah Ocalan silav dikin.

Berxwedana Bêrîtan bû destpêka avabûna artêşa şoreşgerî ya jinan di sala 1992'yan de. Bêrîtan bû sembola jina Kurd a ji cîhanê re îsbat kir ku gelê Kurd û jina Kurd teslîmiyetê qebûl nake. Her wiha Bêrîtan ji hemû jinan re bû sembola azadiyê ku dan ser şopa wê.

Em Yekitiya Jinên Ciwan bi rihê manewî  û bi rihê şehîd Bêrîtan û fikirê rêber Abdullah Ocalan em ê bibin hêza pêşeng a rizgarkirina tevahî jinan û xeta şehîd Bêrîtan bişopînin."

ANHA