Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyanetê li qadan bûn

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi meşekê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şeremzar kirin û got, ew ê li hemberî faşîzm û xiyanetê têkoşînê xurt bikin.

Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyanetê li qadan bûn
24 cotmeh, 2021   14:05
KOBANÊ

Duh, 23’yê Cotmehê, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke li ser rêya Heleb-Kobanê bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya QSD’ê, di encamê de 3 şervanên QSD’ê ku ji bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê diçûn Kobanê xwe tedawî bikin, şehîd bûn.

Beriya wê jî, di 20’ê Cotmehê de balafireke dagirkeriya Tirk erebeyeke sivîl li taxa nû ya Kobanê bombebaran kir û di encamê 2 sivîl şehîd bûn û 3 birîndar bûn.

Şêniyên Kobanê li hember van sûcan bi hêrs bûn û Rûsya berpirsê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berpirsiyar dîtin. Her wiha erebeyên hêzên Rûsya dan ber keviran.

Îro jî bi hezaran şênî daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî, Rûsya, Amerîka û hikumeta Şamê li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kikin.

Meş ji Qada Jina Azad ber bi Qada Aştiyê ve kete rê. Di meşê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, her wiha wêneyên şehîdên êrişa bi balafira dewleta Tirk a dagirker û pankartên "Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger em ê îxanet û faşîzimê têk bibin" hildan.

Piştî meş gihaşt Qada Aştiyê, beşdar deqeyekê rêz girtin, dûvre Endama Koordînasyona Kongereya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

Mizgîn Xelîl wiha got: "Dewletên kapîtalîst dest bi komployeke nû li dijî gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, vê yekê jî bi rêya êrişên bi balafirên Tirkiyê pêk tînin."

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku di salvegera rizgarkirina Reqayê de dewleta Tirk êrişî Kobanê kir û got: "Ji ber ku Kobanê destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû û DAIŞ’ê têk bir, ji ber wê dewleta Tirk tola têkçûna xwe hiltîne."

Li ser dewletên garantorê agirbestê, Mizgîn Xelîl bêdengiya wan şermezar kir û wiha domand: "Ew dewlet bi erkên xwe li hember gelê herêmê ranabin, lê berovajî wê ji êrişên dewleta Tirk re erê dikin û şirîkê sûcan in."

Mizgîn Xelîl da zanîn ku çawa DAIŞ di Kobanê de têk birine, dê dagirkerî, îxanet û faşîzmê jî bi rêya şerê gel ê şoreşgerî bi dawî bikin.

Mizgîn Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî rêxistinên hiqûqî bi erkên xwe yên mirovî li hember gelê herêmê rabin, her wiha divê şêniyên Kobanê li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û tevahî qada bibin qadên têkoşîna li dijî faşîzmê."

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Gêlo Îsa wiha got: "Piştî kuştina El-Bexdadî Erdogan hewl dide bi rêbazên dîtir planên xwe pêk bîne û da ku wê pêk bîne berê xwe da Amerîka û Rûsyayê, lê tu encam negirt. Ji lew re êrişî herêmê dike ku tirsê bixe nava şêniyan da ku rê li pêş armancên xwe veke."

Gêlo Îsa wiha domand: "Erdogan qebûl nake ku Kurd li Sûriya pêşerojê ya nenavendî û demokratîk mafên xwe bi dest bixin. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan hewl dide Rêveberiya Xweser derbe bike."

Îsa bang NY’yê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk erka xwe bi cih bîne.

Gêlo Îsa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê şênî bi rêveberiya xwe re hevgirtî bin, destkeftiyên xwe biparêzin, li kêlek hêzên xwe parastina herêmê bikin û tevahî xayînan ji herêmê derxin û civakeke zana ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekine ava bikin."

 (fr)

ANHA