Şêniyên Kobanê: Rûsya û Şamê bi bêdengiya xwe dibin şirîkên sûcên Tirkiyê

Şêniyên Kobanê gotin, êrişên dewleta Tirk a dagirker a li djiî sivîlan vîna wan naşkîne û diyar kirin ku bêdengiya Rûsyayê û hikumeta Şamê isbat dike ku hevkarên  dewleta Tirk in.

Şêniyên Kobanê: Rûsya û Şamê bi bêdengiya xwe dibin şirîkên sûcên Tirkiyê
24 cotmeh, 2021   16:35
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi balafirên keşfê sivîlan dike hedef. Li hemberî van êrişan Rûsyayê ku qaşo garantor e û cîhan bê deng in.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk duh erebeyek li ser rêya Kobanê-Helebê bomebebaran kir û di encamê de 3 şervanên QSD`ê Hozan Qamişlo, Gulê Heleb û Amed Efrîn gihaştin asta şehadetê. Roja çarşema borî jî li navnerasta Kobanê li erebeyeke sivîlan da, di encamê de du sivîl şehîd bûn û 3 birîndar bûn.

Li hemberî van êrişan, îro bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê daketin qadan û bertekên xwe nîşan da.

Kesên ku beşdarî meşê bûn, nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin.

/ar/uploads/files/2021/10/24/144105_mstfa-azyz.webp

Mistefa Ezîz got: "Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me me ev meş li dar xistiye. Dewleta Tirk ji bo rakirina tola DAIŞ'ê van êrişên hovane pêk tîne. Her wiha ev êriş binketina Erdogan a di qada siyasî û aborî de îsbat dike. Ji aliyekî din ve jî armanca van êrişan şikandina vîna gel û tirsandina wan e da ku ji herêmê bar bikin."

Ezîz bêdengiya li hermberî van êrişan şeremzar kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li hemberî êrişên li ser sivîlan, me tu helwest ji hikumeta Şamê ve nedît, ev dide diyarkirin ku hevkara van êrişan e. Li ser vê yekê em bang li dewletên îdia dike ku li Rojhilata Navîn demokrat e dikin ku ger bi rastî demokratîk bin bila bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabin, her wiha dawî li sûcên faşîst ên Tirkiyê li dijî gelê me bîne."

Mistefa Ezîz got gelê Kobanê dikarin parastina xwe bikin û bi ev êrişan vîna gelê Kobanê naşkîne.

ꞌEM TERKA XAKA XWE NEKINꞌ

/ar/uploads/files/2021/10/24/144036_alam-shmsh.webp

Welatiya bi navê Şemsa Şêxê êrişên Erdogan şermezar kir û got: "Rûsya îdiaya parastina me dike, lê em tiştekî ji vê parastinê nabînin û hikumeta Şamê jî dibêje ev erd ê me ye, lê dema ku êrişên wiha pêk tên em tu helwestan jê nabînin."

Şêxa Şemsa ev li gotina xwe zêde kir: "Em malbatên şehîdan em ê heta dilopa dawî ji xwîna di laşê me de, dev ji xak û herêmên xwe bernedin, êdî Erdogan çi dike bila bike, ji ber ku em jê natirsin, ev êriş nikarin vîna gelê me bişkînin û em ê ji bajarê xwe Kobanê dernekevin. Di heman demê de em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

ꞌDIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ PARASTINA HEMÛ HERÊMÊN SÛRIYÊ BIKEꞌ

/ar/uploads/files/2021/10/24/144052_shwkt-mghary.webp

Şewket Muxarî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê yên li hemberî van êrişan şermezar kir.

Muxarî bang li hikuemta Şamê kir ku parastina van herêman bikin û got: "Ji ber ku beşek ji erdnîgariya Sûriyê ye û divê helwestekê li hemberî êrişên li dijî herêmê bidin."

Şewket Muxarî di dawiyê de bang li hêzên ku li ser vê xakê ne kir ku bi erka xwe ya li hemberî terora dewleta Tirk a li dijî sivîlan rabin.

(eh)

ANHA