Saziyên sivîl û hiqûqî: Civaka navneteweyî hevkarê sûcên dewleta Tirk e

Saziyên sivîl û hiqûqî û ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamkirina hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û Konseya Ewlehiyê wekî berpirsa wan sûcên nîşan da.

Saziyên sivîl û hiqûqî: Civaka navneteweyî hevkarê sûcên dewleta Tirk e
24 cotmeh, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê îro bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlên Kobanê, şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Rewan Salih ve hat xwendin û tê de hate gotin: “Dagirkeriya Tirk bajarê Kobanê hedef digire, ev bajarê kul i hemberî mezintirîn hêza terorîst li cîhanê ku Tirkiyê piştgiriyê wê dikir, li bre xwe da. Ev êrişên hov hemwextî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş çavên hemû cîhanê, pêk tê.

REQA

Li Reqayê jî rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek da. Serokê Yekitiya Karkeran Zahir El-Fekaş daxuyanî xwend û wiha got: “Li herêmên bakurê Sûriyê operasyonên dagirkeriyê pêk hatin, di heman demê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek komkujî pêk anîn, di encamê de gelek sivîlên ku piraniya wan jin, zarok û kesên temenmezin bûn, bûn qurbanî.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destê rêxistinên terorîst gelek zilm û zordarî dît. Rejîma Tirkiyê bi êrişên xwe yên hov hewl dide xewna Osmanî ji nûve li herêmê pêk bîne.”

HESEKÊ

Meclisa Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku Konseya Ewlehiyê ji ber bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk, berpirsiyariya qanûnî û exlaqî radike û teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû peyman û rêgezên navneteweyî yên têkildar disekine.

Têkildarî mijarê, meclisê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîra Cemal El-Dîn ve hate xwendin û bi dehan parêzer, dadmend û hiqûqnas beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Heke Konseya Ewlehiyê berpirsiyariyên xwe pêk anîbana, dewleta Tirk nikarî qanûna navneteweyî binpê kiriba û sûcên xwe li dijî xak û gelê Sûriyê dubare kiribana. Ji dagirkirina herêmên Sûriyê bigire û heta qutkirina ava çemên Dicle û Firatê, qutkirina avê ji ser Til Temir û Hesekê û gundewarê wê, sûcên û sûcên li dijî mirovahiyê, qirkirina etnîkî yên bi şev û roj li Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wan pêk tîne û bi vê yekê hemû peyman û rêgezên navneteweyî yên têkildar binpê dike.”

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirina ku hikumeta Tirk bi van sûcan hewl dide aramî û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe, şerê Sûriyê dirêjtir bike û aloziyên xwe yên hundirîn derxîne derve. Her wiha dixwaze temenê komên terorîst dirêj bike.

(cx)

ANHA