Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digerin

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker careke din li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê yê rojhilat digerin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digerin
24 cotmeh, 2021   13:23
KOBANÊ

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker careke din li asîmanê bajarê Kobanê û bajarokê Sirînê yên gundewarê rojhilatê bajar digerin.

Duh ber êvarî balafireke bê mirov a dewleta Tirk li Kobanê erebeyeke sivîl bomebebaran kir. Di encamê de 3 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Roja çarşema borî jî erebeyeke sivîlan kir hedef di endamê de du sivîl şehîd bûn û 3 birîndar bûn.

ANHA