​​​​​​​“Çareserkirina rewşan” li Derayê dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê li Şêx Miskîn û Izreh ên bakurê Derayê rewşa kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin, qaşo çareser kir. Dê xebatên “çareserkirinê” di rojên pêş de li gundên din ên girêdayî herêma El-Lucat jî pêk werin.

​​​​​​​“Çareserkirina rewşan” li Derayê dewam dike
24 cotmeh, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê xebatên “çareserkirina rewşan” li herêmên El-Lucat a gundewarê bakur rojhilatê Derayê dewam dike. Hêzên hikumetê li Şêx Miskîn û Izreh ên bakurê Derayê dest bi “çareserkirina” rewşên kesên tên xwestin, kir.

Xebatên “çareserkirinê” dê di rojên pêş de li gundewarên girêdayî herêma El-Lucat jî pêk werin. Ev yek di çarçoveya lihevkirina bi rûspî û şêxên herêman re û bi garantiya Rûsyayê pêk tê.

 (bx)