Hikumeta Şamê başûrê Idlibê ku baregehên Tirkiyê lê hene topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê ji saetên sibê ve bajarokên girêdayî çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê ku nuqte û baregehên dewleta Tirk a dagirker lê hene, topbaran kirin.

Hikumeta Şamê başûrê Idlibê ku baregehên Tirkiyê lê hene topbaran kir
24 cotmeh, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdora baregeha dewleta Tirk a li bajarokê Kensefra ya çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk balafireke keşfê li derdora gundê Dadîx ê rojhilatê Idlibê xist xwarê.

SOHR`ê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê ji saetên sibê ve bi moşekan gundewar û bajarokên Sifohin, Kefer Iwêd û El-Fetîra yên çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê ku baregehên dewleta Tirk li wir hene, topbaran dike.

Duh li derdora El-Hedade ya gundewarên bakurê Lazîqiyê hin endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

(bx)