Hevseroka berê ya HPD`ê ya wanê sirgûnî girtîgeheke din hat kirin

Hevseroka HDP’a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtîbû sirgûnî girtîgeheke din hat kirin.

Hevseroka berê ya HPD`ê ya wanê sirgûnî girtîgeheke din hat kirin
24 cotmeh, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ya berê Yadîşen Karabûlak, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku salek e lê girtîbû, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.

Karabûlak a di 21 'ê Cotmehê de du caran ji bo testa vîrûsa koronayê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hatibû kirin, roja din sirgûnî girtîgeheke din hat kirin. 

Hat diyarkirin ku malbat û parêzerên Karabûlak nehatine agahdarkirin ku sirgûnî kîjan girtîgehê bûye.