Nejla Hemze: Gel wê bi rêgezên şerê gelê şoreşgerî êrişên dewleta Tirk vala derxîne

Yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Nejla Hemze diyar kir ku Erdogan bi gefên êrişên nû yên li dijî herêmê hewl dide ji krîza li Tirkiyê bireve. Her wiha da zanîn ku ew li dijî êrişan şerê gelê şoreşgerî bimeşînin.

Nejla Hemze: Gel wê bi rêgezên şerê gelê şoreşgerî êrişên dewleta Tirk vala derxîne
24 cotmeh, 2021   01:55
HELEB- MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk ji ber krîzên dijwar ên li hundirê Tirkiyê direve û gefa êrişên nû yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Nejla Hemze got, Erdogan bi hêza çekan hewl dide ji vê krîzê dûr bikeve û bi van gefan jî hewl dide raya giştî mijûl bike û pirsgirêkên xwe derxîne dervey Tirkiyê.

Nejla Hemze di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di van demên dawîn de hat xuyakirin ku di navbera welatên herêmî û cîhanî de gelek guhertin û danûstendinên siyasî hene, ji ber vê yekê carinan berjewendiyên wan li hev tên û carinan jî berovajî hev in. Ev yek bi awayekî neyînî li ser krîza Sûriyê û herêmên Rojhilata Navîn ên ku ji destwerdanên navneteweyî di karûbarên wan de ku êşê dikişînin, nîşan dide.

Nejla Hemze destnîşan kir ku ji ber dagirkeriyê, bi taybet dagirkeriya Tirk Rojhilata Navîn bûne herêmên westiyayî û diyar kir ku li van herêmêan mafê dewletên cîranê tê binpêkirin, destdirêjî li welatiyên wê têne kirin, demgorafiya herêmê tê kirin û binpêkirinên ku dighêjin asta sûcên şer, têne kirin.

Nejla Hemze di heman çarçoveyê de got: "Dewleta Tirk destewerdanê li  Lîbya û Iraqê dike. Li Sûriyê jî destekê dide terorêst û xêr û bêra welatê me didize, her wiha ji bo dirêjkirina temenê aloziyê dixebite."

Têkildarî aloziya hundirîn a li Tirkiyê Nejla Hemze anî ziman ku aloziya hundirîn a li Tirkiyê rûyê rast ê AKP'ê eşkere kir û wiha pê de çû: "Erdogan bi rêya hêza çekê hewl dide ji aloziyê bireve. Li aliyekî din jî bi rêya gefan dixwaze pirsgirêkên xwe derxîne derve û raya giştî mijul bike."

Nejla Hemze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelê berxwedêr n ku li hemberî dewleta nû ya Osmanî serî netewînin û li dijî van siyasetên şovenîst wê axa xwe biparêzin, bi nav kir.

Nejla Hemze bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Nejle Hemze anî ziman ku ew MSD'ê ji bilî gelê ku xwe dispêre şerê gelê şoreşerî pişta xwe nadin tu kesî û got: "Divê tevahî nakokiyên li aliyekî werin danîn û bi hev re li hemberî gefên dijmin û ji bo rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî kar were kirin."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Nejla Hemze di dawiya axaftina xwe de got: "Em ne alîgirên şer in, lê aştiyê ji xwe re weke dirûşme dibînin. Lê eger şer li ser me were ferzkirin em ê ji bo parastina ax û gelê xwe tê bikoşin."

(dx)

ANHA