Dagirkeriya Tirk rê nade dezgehên çapemeniyê ku sûcên şer ragihînin

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rê nadin dezgehên çapemeniyê ku sûcên şer ên ku rojane li herêmên eniyên şer pêk tînin, ragihînin. Rojnamevan ji ber hedefgirtinê nikarin wan agahiyan ji raya giştî re ragihînin.

Dagirkeriya Tirk rê nade dezgehên çapemeniyê ku sûcên şer ragihînin
24 cotmeh, 2021   03:08
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Ji destpêka destwerdana dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê û dagirkirina bajarê Efrînê di sala 2018'an de, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019'an de, sûcên wê yên ku dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne li dijî sivîlan berdewam dikin, vê derbarê de bi dehan raporên rêxistinên mafên mirovan li herêmê hatine belgekirin.

Li gorî bîlançoya saziyên civaka sivîl, li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, reşkirineke mezin di milê çapemeniyê de li ser rastiya ku li wir diqewime, heye. Ev herêm rojane bi kuştin, dizî û talankirina milkên sivîlan û guhertina demografîk re rû bi rû ne.

Li gorî rojnamevanan, dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi zanebûn dezgehên çapemeniyê yên herêmî û biyanî hedef digire, ji bo ragihandina van êrişan bêbandor bike û sûcên xwe veşêre.    

/kr/uploads/files/2021/10/23/184205_-.webp

Nûçegihanê Rojav TV, Semir Yasîn piştrast kir ku rojane sûcên şer ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê bi taybet li dijî şêniyên gundên li ser eniyên şer ên ku hîn nehatine şopandin, tên kirin.

/kr/uploads/files/2021/10/23/184224_dsc_0012-.webp

Her wiha nûçegihanê Suroyo TV a Suryanî ya li navçeya Til Temirê Ehmed Semîla di dema şopandina êrişên li ser herêmê de, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk tîne.

Rojnamevanên navçeya Til Temirê nikarin rastiyan û sûcên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ragihînin, ew nikarin xwe bigihînin gundan, ji ber ku rojane tên topbarankirin.

Li gorî agahiyên ku hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Bangîn Sîdo piştrast kiriye, komên rojnamevanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Îlonê de di dema şopandina topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Eyn Îsa û Til Temirê de zêdeyî 3 caran hatine hedefgirtin.

Rojnamevan Samir Yasîn û Ehmed Semîla destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji eşkerekirina rastiyan û sûcên ku li gundan li dijî sivîlan pêk tînin, ditirsin û wiha domand:" Em nikarin xwe bigihînin wan gundan da ku sûcên dagirkeriya Tirk ji raya giştî re ragihînin, ji ber ku dagirker û çeteyên wê rojnamevanan dike hedef. Ev yek jî xebatên me yên eşkerekirina rastiya wan asteng dike."

Ehmed Semîla derbarê hedefgirtinên domdar de got: "Li gundewarê Til Temirê di dema şopandina bûyeran de em gelek caran hatine hedefgirtin, bi awayekî bêserûber herêm tê topbarankirin."

Her wiha da zanîn ku ji dema nêzbûna dagirkeriya Tirk li ser tixûbên Til Temirê ve, rojane sivîlan û mal û milkên wan hedef digirin.

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor û Neteweyên Yekbûyî rexne kirin ku di çarçoveya parastina rojnamevanan de bertek nîşan nedan û bi erka xwe ranebûn, ji ber ku rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.

Nûçegihanê ROJAVA Samir Yasîn destnîşan kir ku rêxistinên ku li cîhanê bi mafên rojnamevanan re têkildar in ji bo sînordarkirina hedefgirtina rojnamevan tu gav neavêtine û wiha dom kir: "Rêxistina Rojnamevanên bêsînor tevî sîstema wê ya hundirîn ku parastina rojnamevanan û mafên wan dike, tu gav neavêt ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bigire"

Nûçegihanê Suroyo TV a Suryanî Ehmed Simîle bang li rêxistinên bi karûbarên rojnamevanan re eleqdar kir ku bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin rojnamevan werin hedefgirtin da ku ew karibin bêy xeterî rastî û buyeran ragihînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê kombûnek ji  sivîl û rojnamevanan hedef girtin, di encamê de 11 sivîl şehîd bûn di nav de nûçegihanê me yê ANHA’yê Seid Ehmed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo jî hebûn, her wiha 74 sivîl û rojnamevan birîndar bûn.

(dx)

ANHA