​​​​​​​Panorama hefteyê: Komîteya Destûrê careke din bi bin ket

Tûra 6’an a civînên Komîteya Destûrê bê encam bi dawî bû û nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen ev yek bi gaveke “bêhêvî” wesifand, her wiha hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî li eniyên şer ên Til Rifetê xurt kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Komîteya Destûrê careke din bi bin ket
24 cotmeh, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteya borî behsa xebatên komîteya destûrê ya Sûriyê, peyamên Rûsya ji dagirkeriya Tirk re û hilbijartinên Iraqê kirin.

‘KOMÎTEYA DESTÛRÊ CAREKE DIN BI BIN KET’

Rojnameya El-Ereb têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivisî: “Civîna 6`an a Komîteya Destûrê ya Sûriyê duh bê encam bi dawî bû. Nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen ev yek bi gaveke “bêhêvî” wesifand.

Pederson got: “Me li ser reşnivîsa destûreke nû yan jî li ser diyarkirina dema civîna bê li hev nekir.”

Di rojên dawîn de 4 pêşniyar têkildarî rêgezên bingehîn ên destûra bê ya Sûriyê hatin pêşkêşkirin. Rejîmê kaxiza serdestiya dewletê pêşkêş kir. Dûre opozîsyonê kaxiza artêşê, hêzên çekdar, ewlehî û îstixbaratê pêşkêş kir.

Şandeya civaka sivîl jî kaxiza serdestiya qanûnê û şandeya rejîmê di roja 4`an a civînê de kaxiza teror û tundrawiyê pêşkêş kir.

Komîteya Destûrê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an a sala 2015`an, civînên xwe li dar dixe.

Ji guhertina helwesta hêzên navneteweyî diyar dibe ku ji bo wan ne xem e ku desteke rastîn bidin komîteya destûrê da ku karibe erka xwe pêk bîne. Lihevkirinên DYA, dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) û Brîtanyayê têkildarî girîngiya berdewamkirina xebatên komîteyê, ji çarçoveya daxuyaniyên dîplomatîk derbas nake ku ne girêdayî tu çarçoveyeke pratîk an jî siyasî ye.”

 ‘LI TIL RIFETÊ SEWQIYATÊN RÛSYAYÊ Û PEYAMÊN WÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şahidên ji gundewarên Helebê got artêşa Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê li eniyên şer ên Til Rifetê ya gundewarên Helebê û herêmên rasthatina bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, sewqiyat pêk anîn ku di nav de tankên T-90 û panzêrên BMP-2 jî hene.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyê îna borî belavok ji asîman de avêtin û sivîl hişyar kirin ku dûrî nuqteyên leşkerî bikevin, her wiha gefa pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwar ku ku Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyê didê.

Duh rûspî û şêniyên Til Rifetê û herêmên Şehbayê daxuyaniyek da û tê de zêdebûna gefên dewleta Tirk şermezar kirin. Meclisa navçeya Til Rifetê duh bi daxuyaniyekê ku li ser malperên endamên wê hate belavkirin, got ew ê bersiva her dijminahiyekê bidin û ew ê li ber xwe bidin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî herêmên din ên Sûriyê dagir dike, di heman demê de hewldanên navneteweyî yên çareserkirina aloziya Sûriyê dewam dikin.

Serokê meclisê Mihemed Henan bi bîr xist ku gelên herêmê biryara berxwedanê li hemberî êrişên Tirkiyê daye.

Şahidan û şêniyên herêmê got hêzên hikumeta Şamê û artêşa Rûsyayê yên li herêmên Til Rifetê û herêmên Şehbayê bi cih bûne, beriya du rojan li eniyên şer û herêmên rasthatina bi artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê re li aliyekî û herêmên QSD`ê li aliyekî din, sewqiyatên leşkerî pêk anîn û erebeyên leşkerî berê xwe da gundên Malikiyê û Şewarixa yên li gundewarên bakurê Helebê ku di çend rojên dawîn de bi dijwarî hatibûn topbarankirin.”

‘SENARYOYÊN PIŞTÎ HILBIJARTINÊN IRAQÊ’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Hilbijartinên Iraqê ku li gorî encamên destpêkê Şepêla Sedr a yekemîn bû û bloka girêdayî Îranê bi paş ketibû, derî li pêş dan û standinên ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû û avakirina hikumetê vekir. Li gel parlamentoya jihevketî û xwepêşandanên aliyên binkeftî li dar xistine, xuya ye dê rêgeha hikumeta nû dirêj û dijwar be.

Encamên dawîn ên fermî dê piştî çend hefteyan derkevin, ev yek nîşaneya gelek xalên bigirêk dide. Gelo kî dê wekî serokê hikumeta bê were hilbijartin? Dê çawa hevbendî pêk werin? Dê rola Îranê çi be? Yên serbixwe dê çi qas bikarin di rewşa heyî de bandorê lê bikin?”