​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin

Roj bi roj çîrok û çîvanok hedefgirtina Kurdan û destkeftiyên wan ji aliyê "ENKS" ve zêde dibin. Şahidan piştrast kir ku têkiliyên ENKS'ê di komkujiyeke li dijî welatiyên Kurd li taxa Seken Şebabî ya bajarê Helebê ya dawiya sala 2013'an de heye.

​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
​​​​​​​Şahid hûrguliyên komkujiyeke Helebê li dijî Kurdan bi destê ENKS`ê vedibêjin
24 cotmeh, 2021   00:46
HELEB-MIHEMED EBDO

Bûyerên li Rojava rû didin, ajantiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya ji dewleta Tirk a dagirker re di pêkanîna sûcên şer ên li dijî Kurdan de, îsbat dikin.

Di vê raporê de em ê hûrguliyên komkujiyekê bi bîr bixin ku baskê leşkerî yên ENKS`ê li dijî welatiyên kurd ên li taxa Seken Şebabî ya Helebê di dawiya 2013`an de pêk anîn. Di raporê de kadroyekî tenduristiyê yê nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir bûyerên lê bûne şahid, vedibêje.

ENKS`ê bi fermana istixbarata dewleta Tirk kar dike û destê wê di komkujiyên li dijî kurdan de heye.

Di aloziya Sûriyê ya berdewam de, ENKS`ê bi rêya komên çeteyan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî Kurdan pêk anîn.

Ji komkujiya Serêkaniyê di Nîsana 2012`an de bigire heta bigihêje komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Helebê, Komkujiya Til Eran û Til Hasil di 27`ê Tîrmeha 2013`an de û komkujiyên li dijî Kurdan li kantona Efrînê.

Komên çete yên girêdayî ENKS`ê ku navên Ketîbeya Azadî, Lîwa Selahedîn El-Eyûbî û Komele li xwe kirine, bi fermana MÎT`a Tirk kar dikin û bi awayekî eşkere û diyar şerê destkeftiyên Kurdan dikin û komkujiyan li dijî wan pêk tînin.

Ajansa me sala 2018`an raporek weşandibû. Di wê raporê de hevkariya di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ENKS`ê de di pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan li Efrîn, Heleb, Til Eran û Til Hasilê de bi dîmen û wêne weşandibû.

BUYERÊN KOMKUJIYA SEKEN ŞEBABÎ

Dawiya 2013`an, çeteyên dewleta Tirk a dagirker "Lîwaya Şehîdên Bedir" ku di nava civakê de bi navê (El-Heyanî) dihate naskirin, bi alîkariya Lîwa Selahedîn El-Eyûbî a girêdayî ENKS`ê, taxa Seken Şebabî dagir kir.

Tax li aliyê bakur rojavayê Helebê ye. Ji du beşan pêk tê, yek bi rûbera 70 hiktar e û ya din jî 232 hiktar e. Li aliyê wê yê rojavayê bakur taxa Şêxmeqsûd heye.

Li gorî kadroyê tenduristiyê ya nexweşxaneya Xalid Fecir Welat Mamo, di wê dîrokê de çeteyên Lîwaya Şehîdên Bedir bi hevkariya çeteyên Lîwaya Selahedîn El-Eyûbî ya girêdayî ENKS`ê komkujiyek li dijî sivîlên taxê pêk anî. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Mamo wiha domand: “Pêkhateyên taxê yên kurd û ereb xwestin ji taxa Seken Şebabî derkevin û biçin taxa Şêxmeqsûd. Dema hewl dan derkevin, gelek ji wan hatin kuştin. Heta niha çarenûsa gelekan nediyar e û cenazeyên hinekan jî nehatin naskirin.”

Derbarê heman mijarê de ajansa me çîroka malbata Mihemed Silêman a ku di heman dîrokê de rû dabû weşandibû. Wê demê ji malbatê dayîk û kurê wê hatin revandin.

Li gorî vegotina endamekî tîma destwerdana lezgîn ku wê demê piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikir da ku sivîlan ji cihê bûyerê xilas bikin û nexwest navê xwe eşkere bike, komkujî li herêma di navbera navenda tenduristiyê ya taxa Seken Şebabî û kolana Muxabarat de pêk hat.

ENCAMÊN KOMKUJIYÊ

Li gorî heman kesî, piştî komkujiyê YPG`ê hewl da birîndaran xilas bike û cenazeyan ji destê çeteyan derxîne, lê sekvanên çeteyan derfet nedida ku şervan wan cenazeyan xelas bikin.

Heman endamî wiha domand: “Em neçar man ku dîwarên xaniyan li rex hev ji aliyê kolana Muxabarat ve kun bikin da ku sivîlan xilas bikin.”

Her wiha bi bîr xist ku dayîk, bav û zarokên ku li taxê mabûn û dixwestin jê birevin ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin. Di encama gulebarana çeteyan de nêzî 20 sivîlan birîndar bûn.

/kr/uploads/files/2021/10/23/184517_-.webp

Welat Mamo jî piştrast kir ku ji wan sivîl birîndar 10 birîndaran xwe gihandin nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir, lê yên din jî li wir jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de Welat Mamo got: “Li ber destê me tu hûrguliyên rasteqîn tune ne. Ji ber ku gelek cenaze li erdê man, me nikarî ji cihê bûyerê derxistana. Hinek çavkanî dibêjin ku çeteyan cenaze şewitandin û li deverên cuda binax kirin da ku sûcên  xwe yên hovane veşêrin. Ji ber vê yekê ew cenaze di nava lîsteya kesên wenda de ne."

Welat Mamo buyerek di dema dermankirina birîndarekî de bi bîr xist û wiha got:" Di wê kêliyê de YPG`ê birîndarek anî nexwexaneyê. Di mile xwe de birîndar bûbû. birîna wî ne xeter bû, lê heta ku YPG`ê ew ji nava pevçûnan derxist û anîn nexweşxaneyê gelek xwîn winda kiribû. Ruxmî hemû hewldanên me, piştî çend deqeyan jiyana xwe ji dest da."

Welat Mamo diyar kir ku 2 sivîlên ku alîkariya tîmên tenduristiyê dikirin, ji aliyê çeteyên "Lîwaya Şehîdên Bedir" û "Lîwa Selahedîn" a ENKS`ê ve hatin revandin û heta niha çaresnûsa wan ne diyar e. Li gorî Welat Mamo navên wan wiha ne: Cîger û Ebû Mihemed.

DAGIRKERAN XWEST BI RÊYA ÇETEYAN FITNEYÊ DI NAVBERA PÊKHATEYAN DE ÇÊBIKE

Têkildarî siyasetên çeteyên dewleta Tirk, Welat Mamo got dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve sivîlan dike hedef, niha jî hem kurdên ku di dema dagirkirina Efrînê de li cihê xwe mane û  hem jî Kurdên resen ku derketine û niha jî vedigerin hedef digire.

Mamo destnîşan kir ku çeteyan hişmendiya nijadperestiyê pejirandine, Kurdan bi behaneya ku bi YPG`ê re dixebitîn, direvînin.

Di dawiyê de endamê tîma tenduristiyê ya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir Welat Mamo got: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di serî de dixwazin siyaseta "parçe bike û bi rêve bibe" di navbera Kurd û Ereban de pêk bîne û fitneyê di navbera Kurdan de derxe, da ku şerekî navxuyî ava bike.

Lê berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi saya hevgirtina pêkhateyên taxê yên Kurd, Ereb û Suryan û bi pêşengiya jinên berxwedêr û şerê gelê şoreşgerî bi ser ket.

(şx)

ANHA