​​​​​​​Qêrîna Bêrîtan a "Na ji xiyanetê re "di nav kurdan de deng vedide

Têkoşer Bêrîtan beriya 29 salan, li hemberî xiyaneta PDK`ê ya li kurdan ku heta niha didome helwesteke xurt nîşan da. Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û li çiyayên Kurdistanê xwe ji lûtkeya zinarekî avêt. Çalakiya wê dengê gelê Kurd ê li hemberî xiyanetê bilind kir.

​​​​​​​Qêrîna Bêrîtan a "Na ji xiyanetê re "di nav kurdan de deng vedide
23 cotmeh, 2021   23:38
HELEB – SOZDAR WEQAS

Têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di sala 1971`an li gundê Solhan ê girêdayî Colemergê jidayik bûye. Ew ji Dêrsim a Bakur Kurdistanê ye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Al Ezîz temam dike û paşê derbasî fakulteya wêje beşa zimanê Inglîzî li Stanbolê dibe.

Dema xwendina xwe ya zanîngehê, Gulnaz fikirin çepgir nas dike û bi vê yekê dest bi lêgerîna li rastiya şoreşgerê dike. Gulnaz Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û di sala 1991`an de bi komeke ji ciwanan tev li refên PKK`ê dibe û ji wê demê de bi navê Bêrîtan tê naskirin.

Bêrîtan bi kesayeteke bi hêz di rêveberiyê de, displîn û dijberiya tundiyê hate naskirin, karîbû xwe ji koletî û firkên desthilatdar rizgar bike.

Hêz û xwesteka wê di nava partiyê de hişt ku ew ji hemû aliyan ve balê bikşîne ser  kesayeta xwe ya pêşeng û cûda. Bêrîtan di eşkerkirina xwesteka xwe di lixwekirina cilên leşkerî û pêşketina di aliyê leşkerî de dudilî ne dibû. Ji ber wê jî û piştî 7 mehan ji tevlîbûna wê bû fermandara tabûrekê. Her wiha di wê demê de perwerdekirina girûpeke ji şervanan bi rêve dibir.

DETAYÊN ÇALAKIYA WÊ YA FEDAYÎ

Di sala 1992`yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk, PDK û YNK`ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, dewleta Tirk dest bi operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike. Bi hezeran hêzên PDK`ê tev li operasyonê dibin. Bêrîtan îsrar dike ku tev li bersivdayîna vê oprasyonê bibe û bû yek ji gerîlayên ku ji bo şikenandina êrişên xayinên ku hevkariya dijin dikin li ber xwe dide.

Dema şer di navbera hêzên gerîla û hêzên PDK`ê de giran dibe, Bêrîtan û girûpa xwe di 25`ê Cotmeha 1992`an de tên dorpêçkirin. Lê Bêrîtan ji endamên girûpa xwe xwest ku paşde vekişin da ku xwe ji dorpêçê xilas bikin. Bêrîan bi tenê dimîne û heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dide.

Wê demê hêzên PDK`ê nêzî cihê wê dibin. Fermandarê komê jê xwest ku xwe radestî wan bike û jêre got, ji bilî teslîmkariyê li pêşiya wê tune ne. Bêrîtan ve yek red kir, çeka xwe dişkenîne û ji bo nekeve destê xayînan xwe ji serê zinarekî ji çiyayê Xakurkê davêje û bi dengekî bilind "Bijî azadî bimre xiyanet" qîr dike.

Bêrîtan bi çalakiya xwe mirin di ser teslîmkarî  û ketina destê xayinan re, hilbijart, her wiha rûyê xiyanetê ku heta niha PDK`ê li dijî gelê kurd û hêzê gerîla pêk tîne, eşkere kir.

Piştî çalakiya Bêrîtan, çekdarên PDK`ê yên ku nêzî wê bû û bûn şahîdê bûyerê, çekên xwe radest kir û piştî wê rojê çek li hember birayên xwe yên Kurd ranekirin. Ji ber ku zanîbûn ku Bêrîtan bi tena xwe bi saetan li dijî wan li ber xwe da.

ŞEHADETA BÊRÎTAN DESTPÊKA PÊNGAVEKE NÛ BÛ

Şehadeta têkoşer Bêrîan (21) ji bo gerîlayên PKK'ê û gelê Kurd qonaxa nû bû.

Bêrîtan bi çalakiya xwe  peyamek da hemû jinên cîhanê ku bi îrade serkeftin dê pêk were. Her wiha di kesayeta xwe rastiya dîroka jina kurdistanî, têkoşîna wan a li dijî zihniyeta ku armanca wê înkarkirina rola jin û îradeya gelan e, derxist holê.

Bêrîtan beriya şehadeta xwe gotibû: "Ez ê şer bikin heta ku ez bibim layiqî fermandariyê. Ez xendeqa xwe tu carî bernadim. Ez ê hesab ji xayinan bixwazim." Bi vê yekê 25`ê Cotmeha 1992`yan di nava gerîla û gelê Kurd de veguherî efsaneyekê û helbest û stran li ser wê hatin nivîsandin, her wiha rêhevalên wê fîlmek bi navê "Bêrîtan" derxistin.

Jina Kurd di nava dîrokê de berxwedaniyeke bêhempa li dijî zihniyeta desthilatdar û dagirker meşand. Ev berxwedanî bi serkeftina li hemberî encamên zihniyeta desthilatdar di aliyê rêxistin, siyasî, leşkerî, civakî û çandî de tacîdar bû.

Ji Leyla Qasim heya Şêrîn Elemhulî, ji Sariya heya Zîlan, Sema, Viyan,  Arîn û Barînan bi hezaran jinan dan ser şopa wan û bi xwîna xwe dîroka azadiya jinên nivîsandin.

/kr/uploads/files/2021/10/23/184840_-.webp

Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Fatma Hesen Bêrîtan di salvegera 29`emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û wiha axivî: "Bêrîtan dîrok û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwend û rastî, cewher û azadiya xwe nas kir."

XIYANET DIDOME

PDK'ê ji salên 90'yên sedsala borî ve, ji bo tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi dewleta Tirk  re tevkar e. Lê PKK'ê bi serkêşiya têkoşer Bêrîtan û gelek têkoşerên din li dijî xayîn û sîxuran berdêlên mezin dan.

Hê jî PDK`ê hevkariya bi dewleta Tirk re didomîne. Hêzên PDK'ê şeva 28 – 29`ê Tebaxa borî kemînek ji komeke gerîlayan re danî ku ji herêma Qendîlê diçûn Behdînanê. Di encama kemînê de 5 gerîla şehîd bûn.

Li gorî Hevseroka Konseya Rêveber a  KCK`ê Besê Hozat, PDK`ê PDK'ê ji sedî 90 koordînatê gerîla dide dewleta Tirk a ku ji 23'yê Nîsanê ve bi çekên pêşketî û yên kîmyewî êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Fatma Hesen wiha domand: "Di dîrokê de gelê Kurd rastî xiyanetê hat. Ev rê bi destê dewleta Tirk tê kirin û PDK`ê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Dijmin wan birêve dibe bêyî ku zanibin. Em zêde dûr naçin ku ji beriya çend mehan û heta roja îro dewleta Tirk bi çekên giran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ev êriş jî bi hevkariya PDK`ê têne kirin û armanca wan ew e ku gerîlayan tune bikin û xeta şoreş, azadî û firkên Rêber Ocalan bişkînin."

Têkildarî  çalakiya şehîd Bêrîtan Fatma Hesen wiha pêde çû: "Bêrîtan peyamek da jinan ku li hember zihniyeta ku hebûna wê înkar dike, tê bikoşin. Ji ber  ku wê rastiya xiyanetê nas kir û xwest ku bi têkoşîn û berxwedana xwe bişkîne. Şehîd Bêrîtan dersek da hêzên PDK`ê da ku dûrî xeta xiyanetê bikevin. Di dawiyê de şehadet li ser teslîmkariyê re hilbijart. YJA-Starê li ser rêya Bêrîtan li dijî xiyanet û dijminan têkoşînê didomîne."

/kr/uploads/files/2021/10/23/184817_-.webp

Ji rêveberên Mala Jin a bajarê Helebê Sîham Bîlal jî wiha axivî: "Her têkoşerekê mohreke cuda li dîroka daye,  Bêrîtan yek ji wan jinên ku qebûl nekir serî bitewîne û xwe ji xeta xiyanetê re temsîl bike."

Sîham Bilal wiha domand: "Siyseta Erdogan li ser esasê kuştin û qirkirina gelê Kurd e. Tevî vê yekê jî Mesûd Barzanî girêdana xwe qut nekir û îsrar dike ku civînan pêre lidar bixe û xiyaneta gelê xwe bike. Lê bersiva; çima xeta xiyanetê bi kar tîneû hevkariya dijim dike?, nasnameya wî çi ye?, gelo Kurd e yan Tirk e yan jî Amerîkî û Fransî ye?. Bila nasnameya xwe diyar bike. Ew ji bo berjewendiyên xwe dikare her kesî bifroşe."

Sîham Bîlan anî ziman ku Bêrîtan ji jinên cîhanê re bûye sembol û got: "Divê em têkoşîna li dijî zihniyeta înkarkirinê, xeta xiyanet û zihniyeta baviksalarî bidomînin û têkoşînê xurt bikin."

Qêrîna şehîd Bêrîtan a "Na ji xiyanetê re" îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bi rêya çalakiyên ku banga yekitî û hevgirtinê li hember dijmin û dewleta Tirk a dagirker, bilind dibe.

(bx)

ANHA