Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kir

Bi diruşma "Em ê bi ciwanan şerê gel ê şoreşgerî bi rê xistin bikin û çanda şoreşê misoger bikin" çalakiyên Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kirin û dê 7 rojan berdewam bike.

Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kir
Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kir
Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kir
Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê dest pê kir
23 cotmeh, 2021   15:49
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi koordînakirina Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê ev mîhrîcan li dar xist. Tevahî tîmên werzîşê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan dê 7 rojan berdewam bike; 3 roj li Qamişlo, 2 roj li Dêrikê, 2 roj li Hesekê. Dê di mîhrîcanê de tîmên (fûtbol, volleyball, basketbol, pîn-pong, karatê, avakirina bedenê, taykwondo, kickboxing, şatranc, pêşbirka motosiklêtan, pêşbirka bezê, hilkişandina bi dîwarê ve, pêşbirka çandê, şano û şahiya hunerî) beşdar dibin.

Li ser armancên mîhrîcanê, endama Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê Nûr Ebdullah da zanîn ku mîhrîcan gaveke ji bo avakirina civakeke azad, şoreşger, rewşenbîr û exlaqî ye.

Di saetên vê sibehê de li hola Yekitiya Werzîşê ya Qamişlo çalakiyên mîhrîcanê, mîna karatê ya xort û keçan, avakirina bedenê û pîn pongê dest pê kirin.

Dûvre maçeke futbolê di navbera Serdemê û Asayîşê de li stada Heysem Kiço li dar ket. Tîma Serdemê bi ser ket.

Şehîd Baran Mawa yek ji fermandarên Tevgera Ciwanan a girêdayî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di 7’ê Tîrmeha 2018’an de ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA