Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket

Li bajarokê Sûse yê rojhilatê Dêrazorê Mîhrîcana 2'yemîn a Hindaran li dar ket.

Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
Li Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li dar ket
23 cotmeh, 2021   15:39
DÊRAZOR

Bi armanca pêşxistina çanda parastina xwezayê, çandina darên berhemdêr û piştgiriya qada çandiniyê û cotkaran, Meclisa Gel a Sûse bi hevkariya Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilatê Dêrazorê Mîhrîcana 2`yemîn a Hinaran li bajarokê Sûse li dar xist.

Nûnûerên hemû meclis, saziyên herêma rojhilat a Dêrazorê, fermandarên leşkerî yê qada Hecînê, cotkar û bi dehan welatî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi axaftina rûspiyekî navçeya Sûsê Elî Selûm dest pê kir.

Elî Selûm bixêrhatina beşdaran kir û bang li cotkaran kir ku parastina çanda çandina darên hinaran bikin ku navê Sûse lê hatiye kirin. Elî Selûm behsa koka çandina hinaran kir ku ji Iraqê wergirtine.

Paşê xwediyê bostanê ku mîhrîcan lê hatiye orgenîzekirin Casim Faris axivî û îşaret bi girîngiya çandina hinaran a ji şêniyên Sûse re kir û qada dîroka çandina hindaran kir.

Piştî axaftinê zarokan stran û helbestên li ser hinaran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de komîteya nirxandinê li berhemên cotkarên ku tev li mîhrîcanê bûne nêrî.

Par ji ber ku baran nebariya mewsimê hinaran ne baş bû û îsal jî ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bandor li qada çandiniyê û mewsima hinaran hate kirin, nexasim li Sûse.

(eh)

ANHA