Meclisa Edaleta Civakê detayên qetikirina Şabrîn eşkere kir

Piştî derbasbûna du salan, Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo dosyaya kuştina Şabrîn Temo vedike û rastiya bûyerê eşkere dike. Dadgehê cezayê li kujer û hevkarên wî dibire.

Meclisa Edaleta Civakê detayên qetikirina Şabrîn eşkere kir
23 cotmeh, 2021   15:37
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Dosya qetilkirina Şabrîn Temo ku destpêkê li ser bingehê rapora tiba adlî wekî bûyera xwekuştinê hatibû destnîşankirin hate girtin. Piştî du salan ji vî sûcî Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişlo li ser daxwaza malbatê dosya careke din vedike. Piştî lêkolînan, rastiya wê eşkere dike û ceza li qatil û kesên destên wan di kuştinê de hene dibire. Gelo datayên vî sûcî çi ne û Şabrîn Temo kî ye?

/ar/uploads/files/2021/10/23/130541_2021-10-20-girke-saprin-temo-28629.webp

Şabrîn Temo ji gundê Sêgirka Çûlê yê Girkê Legê ya kantona Qamişlo ye. Di sala 1996`an di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Şabrîn Temo ji destpêka Şoreşa Rojava ve ji bo mafên gelê Kurd tê koşiyaye û tev li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê dibe û cihê xwe di koma Stranan a Alaniya de digire.

Li kêleka behreya xwe ya stranbêjiyê, waneyên mûzîk û çanda kurdî dida zarokên navçeya Girkê Legê û Rimêlanê da ku wan teşwîqî hezkirina Şoreşa Rojava bike û çand û hunera kurdî ji nêz ve nas bikin.

Sala 2015`an Şabrîn Temo bi endamên Koma Alaniya diçe çiyayên Kurdistanê da ku perwerde bibîne. Her wiha tev li çalakiyên çand û hunerê yê li Rojava û Şengalê dibe.

Şabrîn 2016`an bi pismanê xwe Mihemed Nuredîn Mihemed re dizewice û du zarok "Keç û kurek" tîne. Lê dîsa jî Şabrîn rêwîtiya xwe ya hunerê ya bi Tevgera Çand û Hunerê re betal nekir. Di şeva 19'ê Cotmeha 2019`an de ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Hevserê wê li pêşiya aliyên peywendîdar û dadgehên gel sûcê qetilkirina wê înkar kir. Dosyaya qetilkirina wê li ser bingehê raporên tiba edlî yên sextet wekî xwekuştin hate destnîşankirin.

Malbata Şabrîn piştî kişf kir ku datayên nixumandî li pey sûc hene, xwest ku dosya careke din were vekirin. Li ser vê yekê Dadgeha Edaleta Civakî ya Qamişlo dosyaya Şabrîn Temo şopand û piştî du salan careke din vekir. Dadgehê hûrgiliyên qetilkirinê eşkere kir ku hevserê wê li mala wê ya li gundê Sêgirka Çûlê ya girêdayî Girkê Legê ew qetil kiriye.

Li gorî madeya 94`an a qanûna cezayan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cezayê 3 sal girtîgeh Hevserê Şabrîn lê hate birîn, lê ji ber ku bûyer înkar kir tevî van salan 15 sal lê hatin birîn.

Dadgehê diyar kir ku bûyer destpêkê ne zelal bû, ji ber ku sûcdar bi desteka çend kesên din datayên qetilkirinê veşartin, lê bi tawana ku destên wan di qetilkirinê de heye, li ser bingeha madeya 76`an a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ceza li van kesên hate birîn. Kesên tev li vî sûcî bûne (A.M) û (Ş.M) ku ew jî xizmên hevserê wê ne.  lê (S. A) endama Sûcên Rêxistinkirî ya Girê Legê ye ku ji ber ku bûyer veşart 7 sal û 6 meh lê hate birîn.

Li gorî qanûna cezayan a  402 cezayê 3 sal û nîv girîtgeh li bijîşkê tiba adlî Teysîr Muqedesî hate birîn ku rapora adlî sextet kiriye. Rapora tiba adlî wê demê ragihandibû ku Şabrîn Temo ji ber derûniya xwe xwe kuştiye.

Ji bo jinûve lêkolînkirina cenaze, komîteyek nû ji pijîşkên edlî hate avakirin.

Di lêkolînê de hate diyarkirin ku bi dirêjahiya 7 cm derbe di serê xwe de xwariye û wefat kir, di heman demê de teşxîsa tibî şopa lêdan, xeniqandin û girêdana her du destan jî kişif kir, li aliyekî din jî beriya ku Şabrîn rakirin nexweşxaneyê ew şûştibûn.

Diya Şabrîn, Şêxa Rustem spasiya aliyên peywendîdar û dadgehê kir ku rastiya qetilkirina Şabrîn derxistin holê û qatil û kesên destên wan di bûyerê de hebû, girtin. Şêxa Rustem xwest cezayê heta hetayê li qatil were birîn da ku ev sûcê hovane yê li dijî jinan were rawestandin.

Şêxa Rustem got: "Sûcê hovane yê li dijî keça min ji me re xerîb hat, bi qetilkirina wê sînordar neman, lê hewl dan sûc veşêrin. Min dizanî ku keça min xwe nakuje ji ber ku ji zarokatiya xwe ve zane bû."

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a daxuyeniyek li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo da. Endama rêxistinî Neda Mekê daxuyanî xwend û xwest ku cezayê muebet li kujeran were birîn.

(eh)

ANHA