PDK’ê careke din peyama Dayikên Aştiyê red kir û xwest çalakî bi dawî bibe

Hêzên PDK’ê careke din bersiva peyama Dayikên Aştiyê neda û xwest ku çalakî bi dawî bibe. Dayikan got, çalakiya konvedanê bi dawî bikin, heta bersiva peyamê bidin.

PDK’ê careke din peyama Dayikên Aştiyê red kir û xwest çalakî bi dawî bibe
23 cotmeh, 2021   14:33
QAMIŞLO

Çalakiya konvendaê ya li Deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyê gerîla Tohildan Raman û Serdem Cûdî yên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 19'an de berdewam dike.

Dayikên Aştiyê di 21’ê Cotmehê de hewl da derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ku peyama xwe radestî desthilatên Başûrê Kurdistanê bikin, lê PDK’ê nehişt Dayikên Aştiyê cara duyemîn jî derbas bibin. Her wiha red kir ku peyama wan radest bibe. Lê hêzên PDK’ê soz da Dayikên Aştiyê ku roja Şemiyê (anku îro) peyama wan qebûl bikin û radestî aliyên pêywendîdar bikin û piştî koordîna bi rêya têkiliyên dergehê re werin kirin û encamên wan ji aliyên têkildar re werin şandin.

Lê PDK’ê careke din soza xwe pêk neanîn û cara duyemîn jî peyam red kir û xwest ku çalakiya konvedanê bi dawî bib. Dayikan diyar kirin ku heya cenazeyên şehîdan wernegirin wê çalakiyê berdewam bkin.

Têkildarî redkirina PDK’ê ji xwestekên Dayikên Aştiyê û xwepêşandêran re, endama komîteya amadekar a çalakiyên konvedanê Sebah Elî wiha got: "Têkildarî redkirina peyama Dayikên Aştiyê ji aliyê PDK’ê ve, em şoq ma ku şertekî nementiqî danîne, xwest ku em çalakiyên konvedanê bi dawî bikin. Lê tê zanîn ku dema peyam wergirtin û bersiva xwestekan dan, dê yekser çalakî werin bidawîkirin. Lê ew dixwazin bêyî bersivdayîna xwestekên xwepêşandêran û Dayikên Aştiyê çalakiyê bi dawî bikin."

Sebah Elî wiha domand: "Çalakiya me ya konvedanê aştiyane ye û tenê xwesteka me cenazeyên şehîdan e. Lê PDK’ê red dike ku cenazeyan radestî malbatên wan bike. Ji lew re heta cenaze nekevin destên malbatên şehîdan, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

Sebah Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke cenaze li gel PDK’ê ne, wê demê sedema veşartina cenazeyên şehîdên me çi ne? Gelo ma cenaze radestî aliyên din kirine? Ma em ê çawa bizanibin û ew tu daxuyaniyekê derbarê cenazeyên şehîdan de nadin?"

(fr)

ANHA