Şêniyên Amûdê li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist

Şêniyên Amûdê tevî partiyên wê yê siyasî li pêşiya navenda rûsî ya navçeyê çalakiyek li dar xist û bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê protosto kir.

Şêniyên Amûdê li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
23 cotmeh, 2021   14:20
QAMIŞLO

Rûsyayê aliyekî garantor a peymana agirbesta li herêmê yê ku bi artêşa Tirk a dagirker re îmze kiriye, lê tevî ku hêzên wê li seranserî herêmê hatine bicihkirin, dîsa jî bi erka xwe ranabe û dawî li êrişên li dijî herêmê nayne.

/ar/uploads/files/2021/10/23/132108_117dc86b-a825-4db5-9a5c-95e14b96b191.webp

Bi mijarê ve girêdayî partiyên siyasî û şêniyên Amûdê têkildarî vê yekê de li pêşiya navenda rûsî ya ku qaşo garantora peymanê ye, çalakiyek li dar xist û banga nîşandina helwestê kirin.

Beşdaran pankartên bi nivîsên: "Hedefgirtina QSD`ê îstiqrara herêmê lawaz dike" û "QSD`ê hêzeke niştimanî sûrî ye, armanca wê yekitiya xaka Sûriyê ye" rakirin.

Di çalakiyê de beşdaran bang li Rûsyayê kir ku têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên domdar ên li dijî herêmê bê deng nemîne.

Beşdaran Rûsya berpirsa sûc û êrişên dewleta Tirk ên ku tevahiya herêmê hedef digire, dît û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe hewl dide şerekî nû li herêmê derxe.

Rayedarên Tirk tim gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û şêniyên herêmê diyar kirin ku li hemberî êrişên muhteml ên Tirkiyê ew amade ne bersivê bidin.

(eh)

ANHA