Rêxistina Mafên Mirovan banga şandina komîteyeke lêpirsînê ji bo herêmên dagirkirî kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û yên li herêmên dagirkirî û ji bo eşkerekirina aqûbeta revandiyên ji aliyê dagirkeran ve, banga şandina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ji bo herêmên dagirkirî kir.

Rêxistina Mafên Mirovan banga şandina komîteyeke lêpirsînê ji bo herêmên dagirkirî kir
23 cotmeh, 2021   14:10
QAMIŞLO

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê daxuyaniyek da û tê de bang kir ku dagirkeriyê bi dawî bikin, koçber bi garantiyên navneteweyî li bajarên xwe vegerin.

Bi beşdariya bi dehan koçberên Serêkaniyê, Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma daxuyanî li pêşiya navenda Komseriya NY’yê ya li Qamişlo xwend. Di daxuyaniyê de hate got: "Du sal di ser êriş û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bûn ku ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Seranserî sînor bi dirêjahiya 150 kîlometere û kûrahiya 32 kîlometre hatin dagirkirin."

SÛCÊN ŞER

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encamê êriş û dagirkirina her du bajaran de bi deh hezaran sivîl bi dare zorê koçber bûn.

GUHARTINA DEMOKRATÎK

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Piştî dagirkirina wan her du herêman, çeteyan malbatên xwe li wir bi cih kirin û bi dehan malbatên çeteyên biyanî yên tundraw li wan herêman hatin bicihkirin."

XWESTEK

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê ne. Me di nava du salên borî de gelek binpêkirinên ku dewleta Tirk û komên mûxalefta Sûrî li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî û li ser sînor pêk anî, belge kir. Ji bo vê jî em li gorî derfetên xwe û ji ber derfetê nadin rêxistinên hiqûqî yên serbixwe ku derbasî herêmên dagirkirî bibin da ku bûyeran bi awayekî serbixwe bikşînin, bang dikin ku:

-Dagirkerkirina dewleta Tirk ji herêmê re bidawî bibe. Em banga hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî dikin da ku piştî dagirkeriyê herêmê li gorî pîvan û xwestekên NY`yê û qanûna navneteweyî bişopîne.

-Hikûmeta Tirkiyê berpirsa lêpirsîna kuştin, koçberkirin, guhertina demografîk, revandina li beramberî pereyan, girtina bêserûber e, divê ew û kesên pê re kar dikin werin darizandin.

-Komîteya navneteweyî – lêpirsîna navneteweyî ya taybet û serbixwe bi lez ji aliyê meclisa hiqûqî ya mirovan a girêdayî NY`yê ve ji bo herêmên dagirkirî wekî Girê Spî û Serêkaniyê were şandin, da ku derbarê binpêkirinan de lêpirsînê veke û raporan rake û berpirsên sûcan werin cezakirin.

-Ji bo vegera ewle ya şêniyên koçber û rakirina hemû astengiyan bi garantiya navneteweyî xebat were kirin.

-Bi lez xebat were kirin da ku çarenûsa kesên hatine revandin were eşkerkirin û serbest werin berdan.

-Xebat were kirin da ku topbarana li dijî şêniyên were sekinandin.

(bx)

ANHA