Yekitiya Mamosteyan banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir

Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK'ê yên li dijî gerîla şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.

Yekitiya Mamosteyan banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir
23 cotmeh, 2021   11:46
QAMIŞLO

Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê û şêniyên navçeyê Dirbêsiyê xiyaneta PDK`ê, li çalakiya konvedanê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 5'ê Cotmehê ve li Sêmalkayê li dar dixe, şermezar kir.

Şêniyên Dirbêsiyê û bi sedan mamosteyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo beşdarî çalakiya konvendê ya li Sêmalkayê bibin, ber bi deriyê Sêmalka ve çûn.

Li konê çalakiyê, Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî dan. Di daxuyaniyê de êrişên dawîn ên artêşa Tirk û hêzên PDK'ê yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin û hate gotin: "Di demên dawîn de hedefgirtina hêzên gerîla ji aliyê PDK'ê ve di kemînekê de, bû sedema ku 5 lehengên gelê Kurd şehîd bibin. Ev yek cihê şermê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku PDK'ê gerîla hedef girtin û cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem radestî malbatên wan nake, hemû bangên hêzên nîştimanî û gel paşguh dike.

Di dawiya daxuyaniyê de Yekitiya Mamosteyan kiryarên PDK'ê şermezar kirin û xwest rêz li bîranîna şehîdan were girtin û dev ji planên dewleta Tirk ku hemû kurdistaniyan dikin hedef, berde.

(dm)

ANHA