Meclisa Girê Spî ji Komkara Erebî xwest ku êrişên li ser Sûriyê bide rawestandin

Meclisa kantona Girê Spî êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ên li Kobanê şermezar kir û got Rûsya berpirsyara van êrişan e û bang li Komkara Erebî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê bikeve nava tevgerê.

Meclisa Girê Spî ji Komkara Erebî xwest ku êrişên li ser Sûriyê bide rawestandin
23 cotmeh, 2021   11:20
EYN ÎSA

Têkildarê êrişa dawîn a dewleta Tirk a li dijî sivîlên Kobanê meclisa kantona Girê Spî daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokatiya meclisê Heza Mihemed ve hate xwendin û bi dehan endamên saziyên kantonê û meclisa navçeyê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li dijî Kobanê di 20`ê Cotmehê de ku di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn, hate şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve şerê navxweyî çênebûye û hêzên QSD`ê hevkariya Koalîsyona Navneteweyî kiriye da ku çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê derxin û herêm rizgar kiriye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destîşan kir ku Rûsya berpirsa hedefgirtina sivîlên kantona Kobanê ye, ji ber ku ew garantora agirbestê ye û bêdengiya Rûsyayê ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kir.

Meclisê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, Komkara Erebî kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(bx)

ANHA