​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Em ê bi hemû hêza xwe Til Rifetê biparêzin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li navçeya Til Rifetê got ew ê bi hemû hêza xwe li hember hemû êrişan Til Rifetê biparêzin û dagirkeran ji xaka Sûriyê derxin.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Em ê bi hemû hêza xwe Til Rifetê biparêzin
23 cotmeh, 2021   12:24
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê berê xwe da navçeya Til Rifetê û ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser navçeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê li çerxerêya Til Rifet dest pê kir û ber bi qada sereke ve çû. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan, pankartên "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Bêdengiya civaka navneteweyî me dikuje" hatin hildan.

Xwepêşandan li qada sereke veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî, bêdengiya civaka navneteweyî li hember gefên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifetê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Zelûx berxwedana koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê û dayikên şehîdan li navçeya Til Rifetê silav kir û wiha anî ziman: "Bi berxwedana şêniyan em ê dagirkeran ji tevahî xaka Sûriyê derxin."

Zelûx Bekir destnîşan kir ku berxwedana gel li Şehbayê berdewama berxwedana 58 rojan li hember dewleta Tirk li Efrînê ye û bang li şêniyan kir ku helwestên xwe li hember dagirkeran li navçeya Til Rifetê eşkere bikin. Zelûx Bekir got ew dikarin bêyî zarokên xwe bijîn, lê nikarin bêyî welat bijîn û wiha domand: "Em ê bi hemû hêza xwe li hember êrişên dagirkeran li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Zelûx Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya gefên xwe dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî Tirkiyê.

Paşê bi navê şêniyên kantona Şehbayê Mihemed Weysî jî axivî û îşaret bi berdêlên ku şehîdan ji bo rizgakirina herêmên Şehbayê dane, kir. Weysî piştrast kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî zarok û kesên temenmezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikuje û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne.

Weysî got dewleta Tirk hewl dide bi rêya şerê taybet tevliheviyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe. Weysî bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk û got Tirkiye hewl dide ji Helebê heta Mûsilê dagir bike.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên li Şehba û Til Rifetê bi dawî bû.

(bx)

ANHA