Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê gelek herêmên li gundewarên Idlibê topbaran kirin. Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin
23 cotmeh, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên Hikumeta Şamê vê sibehê derdora bajarê Meret Mesrîn topbaran kir. Di encamê de zarokek birîndar bû. Her wiha zeviyek li Bînîn topbaran kir û di encamê de 4 kesên ku zeytûn berhev dikirin, birîndar bûn.

SOHR'ê duh ragihandibû ku di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a li dijî eniyên li gundewarên Idlibê de, efserekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din jî endamekî hêzên hikumeta Şamê di topbarana çeteyên dewleta Tirk a li dijî eniyên gundewarên Idlibê de hat kuştin.

(dm)