​​​​​​​Li dijî gefên dewleta Tirk bi hezaran şênî li Til Rifetê daketin qadan

Îro ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Rifetê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên herêma Efrînê daketin qadan.

​​​​​​​Li dijî gefên dewleta Tirk bi hezaran şênî li Til Rifetê daketin qadan
23 cotmeh, 2021   08:56
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li navçeya Til Rifetê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Til Rifet û kantona Şehbayê, meşiyan.

Meş ji çerxerêya Til Rifetê dest pê kir. Di meşê de berxwedana şêniyan a li Şehba û Til Rifetê hat silavkirin.

Meş berdewam dike.

(şx)

ANHA