Li gundên Tebqayê fêrgeh tên avakirin

Ji projeyên ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê ji bo îsal diyar kiribûn, avakirina 25 fêrgehan li gundan e. Komîteyê diyar kir ku ji ber ku derfetên wan kêm bûn, proje dereng maye.

Li gundên Tebqayê fêrgeh tên avakirin
23 cotmeh, 2021   08:50
TEBQA

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Mihemed Hemûd diyar kir ku li gorî şopandina gerînendetiyên perwerdeyê yên bajarokên Mensûra û Cirniyê, hate dîtin ku pêwîstî bi avakirina fêrgehan heye.

Mihemed Hemûd got: "Ji ber ku li gundên dûr dibistan tune ne û li hin gundên din dibistan xirab bûne, Komîteya Perwerdeyê neçar ma ku bi awayekî demkî li malên ku ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ne amade bûn, fêrgehan ava bike."

Projeya avakirina fêrgehan di 20'ê Tebaxê de dest pê kir. Hemûd têkildarî mijarê got: "Her odeyek 24 metre çargoşe ye, li kêleka her odeyekê jî cihên destavê hene. Ev fêrgeh dê îsal bikevin xizmetê û dê hejmara xwendekarên sûdê jê wergirin zêdetirî 850’yan be."

Fêrgeh li van gundan têne çêkirin:  Til Exder, Kedîr ên başûrê Tebqayê û Siwêdiya Biçûk û Siwêdiya Biçûk a Başûr, Sehil Xeşeb, Zirêciyê, Mişêrfe El-Hedîdiyîn, Miwêlih û Eyn Werdê ên bakurê rojavayê Tebqayê.

Hemûd plansaziya Komîteya Perwerdeyê eşkere kir û got di demên bê de gelek proje li pêşiya wan hene, ji wan sererastkirina dibistanên ku di salên şer de zirar gihaştiye wan, da ku zêdetir xwendekaran pêşwazî bikin.

Her wiha Hemûd got hejmara xwendekaran îsal zêdetirî 46 hezarî ye û li 224 dibistanan perwerde dibin.

(eh)

ANHA