Li Minbicê bi sedan kargeh hatine vekirin

Ji dema rizgarkirina Minbicê ve tevgera aborî, pîşesazî û xizmetguzariyê li bajêr geş dibe. Bi sedan kargeh hatine avakirin ku di pêşxistina rewşa herêmê û peydakirina pêwîstiyan de dibin alîkar.

Li Minbicê bi sedan kargeh hatine vekirin
23 cotmeh, 2021   08:37
MINBIC- SELWA EBDUREHMAN

Girîngiya erdnîgariya bajarê Minbicê û peydabûna ewlehiyê hişt ku di hemû qadan de gavên xurt werin avêtin, nemaze qadên aborî û pîşesaziyê.

510 kargeh li bajar û gundewarên Minbicê hatine vekirin. Ev kargeh ji aliyê Rêveberiya Pîşesaziyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê wê ve hatine rûxsetkirin. Ji van kargehan; 200 ên madeyên xwarinê ne, 150 blok û kevir in, 150 ên pîşesaziyê ne, di nav de kargeheke oksîjen, heldandina hesin, boyax, plastîk, 10 kargehên êm hene.

Der barê vê yekê de hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya Minbicê Îbrahîm El-Elî got: "Bajarê Minbicê di van demên dawîn de ji bo xebatên navendên pîşesaziyê bûye jîngeheke guncaw, ji ber ku aram e û desteka pêwîst ji van navendan re mîna enerjî, mazot û kehrebeyê tê pêşkêşkirin."

Îbrahîm El-Elî wiha lê zêde kir: "Ruxset li gorî şert û mercên pêwîst tên dayîn. Piştre Rêveberiya Pîşesazîyê bi bernameyeke taybet a ku ji aliyê wan ve hatiye diyarkirin, destekê dide xwediyên kargehan û piştî dayîna ruxseta pîşesaziyê, ji bo ku kalîteya hilberînê misoger bibe, kargeh tê şopandin."

El-Elî destnîşan kir ku madeyên xwarinê yên li sûkan, ji hêla Rêveberiya Pîşesaziyê ve hatine ruxsetkirin.

Kargeha oksîjenê yek ji girîngtirîn kargehên pîşesaziyê yên li Minbicê ye. Îbrahîm El-Elî got kargeha oksîjenê di dema niha de wekî kargehê herî girîng e, ji ber ku li herêmê şewba Koronayê zêde ye.

Kargeha helandin û vegerandina hesin yek ji mezintirîn kargehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û di peydakirina hesin ji Minbicê û herêmê bi giştî re bi taybet ji ber hebûna ewlehiyê, bi roleke girîng radibe.

Hesen El-Ebadî xwediyê kargeha Farma Land a çêkirina dermanan li Minbicê, got ji ber ewlehiya ku Rêveberiya Xweser dabîn dike, gelek kargehên pîşesaziyê li herêmê hatine avakirin. El-Ebadî got: "Em hewl didin pêdiviyên bazara herêmê ya dermanan bi avakirina dermanxaneyê dabî bikin."

Hesen El-Ebadî piştrast kit ku kargeh hewl dide buhayê derman li herêmê li gorî dermanên ku ji derveyî herêmê têne hinartin, kêm bike.

(dx)

ANHA