Rojnameyên erebî: Komîteya Destûrê careke din bi bin ket

Rojnameyên erebî vê sibê behsa binkeftina Komîteya Destûrê ya Sûriyê, civîna di navbera Îsraîl û Rûsyayê de û rewşa li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Komîteya Destûrê careke din bi bin ket
23 cotmeh, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KOMÎTEYA DESTÛRÊ CAREKE DIN BI BIN KET’

Rojnameya El-Ereb têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivisî: “Civîna 6`an a Komîteya Destûrê ya Sûriyê duh bê encam bi dawî bû. Nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen ev yek bi gaveke “bêhêvî” wesifand.

Pederson got: “Me li ser reşnivîsa destûreke nû yan jî li ser diyarkirina dema civîna bê li hev nekir.”

Di rojên dawîn de 4 pêşniyar têkildarî rêgezên bingehîn ên destûra bê ya Sûriyê hatin pêşkêşkirin. Rejîmê kaxiza serdestiya dewletê pêşkêş kir. Dûre opozîsyonê kaxiza artêşê, hêzên çekdar, ewlehî û îstixbaratê pêşkêş kir.

Şandeya civaka sivîl jî kaxiza serdestiya qanûnê û şandeya rejîmê di roja 4`an a civînê de kaxiza teror û tundrawiyê pêşkêş kir.

Komîteya Destûrê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an a sala 2015`an, civînên xwe li dar dixe.

Ji guhertina helwesta hêzên navneteweyî diyar dibe ku ji bo wan ne xem e ku desteke rastîn bidin komîteya destûrê da ku karibe erka xwe pêk bîne. Lihevkirinên DYA, dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) û Brîtanyayê têkildarî girîngiya berdewamkirina xebatên komîteyê, ji çarçoveya daxuyaniyên dîplomatîk derbas nake ku ne girêdayî tu çarçoveyeke pratîk an jî siyasî ye.”

‘PÛTÎN DIXWAZE TÊKILIYÊN BI ÎSRAÎLÊ RE BERDEWAM BIN’

Girêdayî civîna Rûsya-Îsraîl rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Civîna duh a di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett de, asta baldarbûna her du aliyan ku pêvajoya sarbûna têkiliyan di navbera Moskov û Til Avîvê de derbas bikin, destnîşan kir. Bi taybet piştî ku hikumeta nû dest bi karê xwe kir, zêdebûna nerazîbûna Rûsyayê li hember derbeyên domdar ên Îsraîlê li dijî Sûriyê. Li rex wê jî Îsraîlê pêşniyarên Moskovê yên têkildarî xurtkirina koordîneyê li dijî gefên li ser Îsraîlê red kirin. Ev hemû bûn sedem ku sarbûnek di navbera her du welatan de çêbe.

Dosyaya Sûriyê bûbû rojeva civîna li Soçiyê. Pûtîn serê pêşîn îşaret bi xalên nakok ên têkildarî Sûriyê kir. Lê bi lez got ew nakokî bandorê li berjewendiyên hevbeş ên li Sûriyê nake û gelek xalên din hene ku her du alî li ser lihev dikin û ji bona wan girîng di sêrî de berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê.”

‘NECLA EL-MENQÛŞ: JI BO ÎSTIQRARA LÎBYAYÊ DIVÊ ÇETE Û ÇEKDAR JÊ DERKEVIN’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş piştrast kir ku îstiqrara Lîbyayê bi derketina çeteyan û hêzên biyanî ve girêdayî ye. Her wiha destnîşan kir ku şiyan û şarezayî pîvana namzetiya serokatiyê ye.”

(şx(