Almanya jî dê çavdêriya dosya girtiyên Behdînan bike

Konsolxaneya Almanya ya li Hewlêrê eşkere kir ku dê li gel Amerîka û Yekitiya Ewropa çavdêriya dosya girtiyên Behdînan bike.

Almanya jî dê çavdêriya dosya girtiyên Behdînan bike
22 cotmeh, 2021   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Konsolxaneya Almanya ya li Hewlêrê têkildarî kesên li Behdînan ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Konsolxaneya Almanyayê de ev hate gotin: "Konsolxaneya Almanya ya li Hewlêrê eşkere kir ku li gel Amerîka û Yekitiya Ewropa çavdêriya dosya girtiyên Behdînan dikin û anî ziman ku hîn tirs ji serwerbûna dadperweriyê heye.

Têkildarî binpêkirinên li hemberî wan dema desteserkirina wan ji berî dadgehkirinê ye û astengiya li pêşiya parêzaran û rênedayîna serdana malbatan berdewam e.

Zêdetirî 80 rojnameger, mamoste û aktîvîstên Behdînan nêzî salekeyê bêyî ku werin dadgehkirin di bin çavan de ne û li hinekan ceza hatiye birîn."