Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berê xwe dane deriyê Pêşxabûrê

Komek Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê.

Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berê xwe dane deriyê Pêşxabûrê
21 cotmeh, 2021   09:08
QAMIŞLO

Komek ji 21 endamên Dayikên Aştiyê li ber konê xwepêşandanê yê deriyê Sêmalka yê li bajarê Dêrikê kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê da ku daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, bikin.

Raman û Cûdî li Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK'ê û Leşkarên Roj de şehîd bûbûn.

Ev cara duyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî diçin deriyê Pêşxabûr, lê PDK'ê bersiva daxwazên wan nade.

(dx)

ANHA