Li Beyrûtê helbestvan Cegerxwîn hate bi bîranîn

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi boneya salvegera 37`emîn a koçkirina helbestê Kurd Cegerxwîn, şevbuhêrk li dar xist.

Li Beyrûtê helbestvan Cegerxwîn hate bi bîranîn
22 cotmeh, 2021   18:15
BEYRÛT

Bi boneya salvegera 37`emîn a koçkirina helbestvan û wêjevanê Kurd Cegerxwîn, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî şevbuhêrkeke helbestan li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, çalakger, endamên komeleyên çanda kurdî û ermenî beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Bi navê Komleya Newroz Ehmed Serhad û Mehmûd Bekir axivîn û helbestvan Cegerxwîn bi bîr anîn û îşaret bi rêwîtiya helbestvan a wêjeyî, helbestî û siyasî kirin.

/ar/uploads/files/2021/10/22/171752_img-20211022-wa0003.webp

Rojnamevan û çalakgerê ermenî Hamo Moskoviyan derbarê têkiliyên dîrokî yê di navbera gelên Kurd û Ermen de axivî û Şoreşa Seyid Riza bi bîr xist. Her wiha îşaret pê kir ku jiyana bi hezaran Ermen û zarokên wan ji hovîtiya dewleta Tirk rizgar kir.

Di dawiyê de Roşîn Qamişlo çend helbestên helbestvan Cergerxwîn xwend.

(eh)

ANHA