Li Til Rifetê gefên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi sedan kes daketin qadan û gefên dewleta Tirk a dagirker şermzar kirin.

Li Til Rifetê gefên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
22 cotmeh, 2021   17:10
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Şehbayê û bajarê Helebê li Til Rifetê kom bûn û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyê şermzar kirin.

Di çalakiyê de diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên domdar hatin berzkirin. Her wiha banga derxistina dewleta Tirk a dagirker a ji Sûriyê û hesab xwestinê ji dagirkeran hate kirin.

/ar/uploads/files/2021/10/22/163715_tzahrh-lhkwmh-dmshq-fy-nahyh-tl-rfat-tndd-balthdydat-altrkyh-bahtlal-alnahyh-28229.webp

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Teror zimanê kuştinê bi kar tîne û Sûriyê jî zimanê jiyanê bi kar tîne", "Derkeve Erdogan, Erdogan qatilê zarokan e", "Na ji dagirkeriya Osmanî re" û "Hilweşe Erdogan dizê Helebê" rakirin.

Di rojên dawî de rayedarên dewleta Tirk, di nav de Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gefên dagirkirina navçeya Til Rifetê xwar.

(eh)

ANHA