Tûra 6'an hevdîtinên "Komîteya Destûr" bê encam bi dawî bû

Li Cinêv, tura 6’an a hevdîtinên "Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê" jî bê encam bi dawî bû.

Tûra 6'an hevdîtinên "Komîteya Destûr" bê encam bi dawî bû
22 cotmeh, 2021   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku  tura 6’an a hevdîtinên "Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê" jî bê encam bi dawî bû.

Pedersen diyar kir ku hevdîtin bi hêvîşkestî bi dawî bû û got: "Em di tişa ku me hêvî dikir bidest bixin de bi ser neketin."

Pedersen derbarê sedema ku bêencam man de jî got: "Yê ku biryara pêşkêşkirina pêşnûmeyek nû da şandeya hikumetê bû."