Komîsyona Ewropayê: Hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê dagirkerî ye

Komîsyona Yekitiya Ewropayê di rapora xwe ya têkildarî sala 2021'ê de hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke 'hêza dagirker' pênase kir.

Komîsyona Ewropayê: Hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê dagirkerî ye
22 cotmeh, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Ewropayê di nava hefteyê de rapora xwe weşand û rexneyên tund li Tirkiyeyê kir.

Di raporê de hate ragihandin ku polîtîkaya derve ya dewleta Tirk a dema dawî li polîtîkaya derve û ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê nayê.

Di raporê de hate gotin, "Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê bi hêzên xwe yên milîs tevgera leşkerî dewam dike. Tirkiyeyê di heman demê de li Bakurê Sûriyeyê tevna xwe ya binesaziyê berfireh kiriye."

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku rewşa mafên mirovan a li herêmên ku di destê leşkerên Tirk û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê de ne, cihê fikarane û dewleta Tirk weke "hêza dagirker" pênase kir.

Cara yekê ye ku Komîsyona Ewropayê hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke "hêza dagirker" pênase dike.