Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan
21 cotmeh, 2021   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Ocalan û parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzer Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.