Ji bo pêkanîna pêdiviyên civakê destekê bidin çandina sebzeyên zivistanê

Cotkarên bajarê Qamişlo hewl didin bi çandina sebzeyan pêdiviyên xwe yên zivistanê pêk bînin û li sûkan bi nirxeke gucaw bifiroşin. Her wiha banga destekdayîna pêşxistina zebzeyan kir.

Ji bo pêkanîna pêdiviyên civakê destekê bidin çandina sebzeyên zivistanê
22 cotmeh, 2021   08:39
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Destpêka meha Cotmehê ji her salê Cotkarên kantona Qamişlo dest bi çandina sebzeyên zivistanê yên weke marol (xes), bexdenûs, pîvazên kesk, cercîr û hwd. dikin û di demên diyar de li sûkan pêşkêş dikin. Ev sebzeyên zivistanê wekî ên havînê pêwîstiya wan bi avê tune ye.

Di salên borî de û di encama destkdayîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ji projeyên çandiniyê re ji pêşkêşkirina mazot û semedê, çandinî bi awayekî baş bi pêş ket, lê belê cotkar dixwazin ku zêdetir destkdayîna wan bikin da ku bigihêjin asta xwetêrkirinê.

Îsal 3 hezar û 486 donim zeviyên çandiniyê li kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi sebzeyên cur be cur hatine çandin.

Cotkarê ji Til Şeîr ê bakur rojavayê Tirbêspiyê Ebdulbaqî Yusif ku her sal gelek cureyên sebzeyên zivistanê diçîne diyar kir ku cotkar sûdê pir ji van sebzeyan werdigirin, ji ber ku pêwîstiya wan weke sebzeyên havînê bi avê tune ye, her wiha li sûkan bi nirxên kêm tên pêşkêşkirin.

ÇAWANIYA GIHANDINA ASTA XWETÊRKIRINÊ

Tevî ku çandina sebzeyên zivistanê di salên borî de pir bi pêş ket, lê hê jî li sûkan dereng tê pêşkêşkirin û hewcedariya sûkan a bingehîn pêk nayne. Têkildarî vê mijarê de Ebdulbaqî destnîşan kir ku sedema wê ew e ku cotkar nikarin hingaran (xaniyên plastic) ava bikin û sebzeyên zivistanê di destpêka mewsimê de bighînin sûkan. Sedema din jî ew e ku xwediyên sûkê xwe dispêrin sebzeyên ji dervey herêmê, da ku bi buhaya wan bilîzin.

Di navbera sebzeyên ku ji derve tînin û bi nirxên bilind difiroşin û sebzeyên herêmî ku bi nirxên kêm tên firotin de ferqeke mezin heye, her wiha di encamê de hin caran cotkar zirarê dibînin. Ebdulbaqî Yusif bang li Rêveberiya Xweser kir ku buhaya wan diyar bikin da ku rê li ber anîna sebzeyên ji derve bê girtin û bi rêya sebzeyên xwecihî bighêjin asta xwetêrkirinê.

Sebzeyên zivistanê yên xwecihî bi tenduristir e, ji ber ku di axeke guncaw de tê çandin û bi aveke paqij tê avdan, her wiha lêçûna wê ya anînê jî tune ye.

(dm)

 ANHA