Malbatan xwest biçin Îmraliyê

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Malbatan xwest biçin Îmraliyê
22 cotmeh, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.

Serlêdana ku li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin ji bo hevdîtina roja duşemê ye.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbû muwekîlê xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'ê de bi rêya telefonê karîbû bi biryarê xwe re biaxive, lê belê axaftina bi telefonê nîvco hatibû hiştin.