Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide li başûrê Sûriyê rê li Îranê bigire

Rojnameyên erebî yên îro di weşanên xwe têkildarî rewşa Sûriyê, Lîbya û Sûdanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide li başûrê Sûriyê rê li Îranê bigire
22 cotmeh, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA Û ÎRAN JI BO DAGIRTINA VALAHIYA LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ DI PÊŞBIRKÊ DE NE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Çareseriyên vê dawiyê pêk hatine ku xuya bû armancên wê yên kûr hene, di çarçoveya pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li parêzgeha Derayê de pêk hat ku beriya 2 mehan li Dera El-Beled dest pê kir, piştre li gundewarên rojava, bakur û rojhilatê jî pêk hat. Piştî wê yekê diyar e ku Rûsya dê siyaseta xwe li başûrê Sûriyê biguherîne da ku îstixbarata Sûriyê li wir serwer bike. Heta fermandarê lîwaya 8`emîn û zilamê Rûsyayê yê yekemîn li Derayê nikarîbû xwe û endamên xwe dûrî rewşa nû ya li parêzgehê bixe.

Bi destpêkirina çareserkirina rewşan û pêkanîna nexşerêya Rûsyayê li herêmên Derayê re ku di 2018`an de jî bi navbeykariya Rûsyayê çareserî pêk hatibû, komên leşkerî yên girêdayî Firqeya 4`an ku piraniya wan li gundewarên rojavayê Derayê belav dibûn, her wiha hin komên girêdayî Feyleqa 5`an yên li rojhilatê Derayê ku piştgirî ji Himêmînê digirt, hatin jihevxistin. Çareseriyên vê dawiyê jî pêk hatine di nav de hin kesên ji wan koman jî hebûn û ji wan hate xwestin ku çekên xwe radest bikin.

Çavkaniyekî eşkere kir ku piştî çareseriyên dawiyê, ji şêniyên gundewarên rojavayê Derayê tê xwestin ku tev li komên girêdayî elwehiya leşkerî ya hikumeta Şamê bibin. Her wiha çavkanî diyar kir ku hin kom hene girêdana xwe bi Firqeya 4`an re qut kir û êdî tev li ewlehiya leşkerî dibin û hin komên din li herêmê tên avakirin.

Berdevkê Kombûna Ehrar Horan Ebû Mehmûd El-Horanî got armanca jihevxistina komên Lîwaya 8`an a Feyleqa 5`an li rojhilatê Derayê û Firqeya 4`an li rojavayê Derayê û ji nû ve avakirina komên girêdayî îstixbarata leşkerî, wekî planeke Rûsyayê tevî rejîma Sûriyê yan bi erêkirineke navneteweyî ye û armanc ew e ku ev çekdar li herêmên xwe bimînin û jê dernevekin, lê li kêleka hêzên rejîma Sûriyê şer bikin û aliyê ku girêdayî wan bin jî di bin çavdêriya Rûsyayê de bin. Ev hewldan ji ber tirsa ku hin welatên hevalbendên rejîma Sûriyê ji bilî Rûsyayê bikevin herêmê û serweriya xwe lê ferz bikin, pêk tên.”

‘EL-DEBÎBE JÎ WEKÎ EL-SERAC TENÊ BI GOTINAN PIŞTGIRIYÊ DIDE HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa rexneyên derdorên Lîbyayê ji daxuyaniyên El-Debîbe re kir û wiha nivîsî: “Derdorên siyasî yên Lîbyayê got daxuyaniyên serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe yên di kongreya îstiqrara Lîbyayê de yên têkildarî pêkanîna hilbijartinan di wexta xwe de, tenê gotin in û tu kiryarên ku vê piştgiriyê piştrast dikin tune ne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev daxuyanî nîşan dide ku El-Debîbe jî heman siyaseta serokê berê yê hikumetê Fayiz El-Serac dimeşîne ku wî jî bi salan behsa piştgiriya lidarxistina hibijartinan dikir ku tu gavên pratîk neavêtin û di dawiyê de bi şerê Terablusê encam da.

El-Debîbe “komîteyek ji bo piştgirî û pêkanîna hilbijartinan” ava kiribû. Fayiz El-Serac jî di 2017’an de ji bo pêkanîna hibijartinan însiyatîfek ava kiribû. Çavdêran got armanca sereke ji lidarxistina kongraya îstiqrara Lîbyayê ew e ku welatan ji bo taloqkirina hilbijartinan îqna bikin.”

‘LI SÛDANÊ XWEPÊŞANDANÊN JI BO DAXWAZÊN JI HEV CUDA’

Têkildarî xwepêşandanên Sûdanê jî, rojnameya El-Beyan wiha got: “Duh li paytexta Sûdanê Xertûmê û hin bajarên din xwepêşandan hatin lidarxistin, lê daxwazên xwepêşandêran ji hev cuda bûn. Tê de sloganên pêkanîna belgeya destûrê, berdewamkirina sazûmaniya hikumeta demkî hatin kirin. Di heman demê de xwepêşandêr gihaştin derdora Koşka Komarê ya li Xertûmê û daxwaz kir ku hikumeteke teknokrat ji bo birêvebirina welêt heta dema lidarxistina hilbijartinan were avakirin.

Ruxmî ku hejmara xwepêşandêran mezin bû jî, lê belê xwepêşandan aştiyane bûn û tu pevçûn di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de derneketin.”

(cx)